Xizmên wendayan di hefteya 690’emîn de aqûbeta Çîçek pirs kir

Xizmên wendayan di çalakiya “Bila wenda bên dîtin, kujer bên darizandin” de çîroka Abdulsamet Çîçek xwendin û li aqûbeta wî pirsîn.

Amed – Buroya Amedê ya IHD û xizmên wendayan di hefteya 690’emîn de bi daxwaza “Bila wenda bên dîtin, kujer bên darizandin” de li ber pêykera Mafê Jiyanê ya li parka Koşuyolu hatin gel hev.

Nûnera Desteya Rêvebir a IHD ya Amedê Derya Yildirim destnîşan kir ku weke parazvanên mafan li gel xizmên wendayan û dayîkan bin ku bi salan e ji bo pirsîna aqubeta zarokên xwe têdikoşîn. Vê heftê aqûbeta Abdulsamet Çîçek hat pirsîn û çîroka wî hat xwendin.

Çîroka Abdulsamet Çîçek

Abdulsamet Çîçek li Farqînê weke memurê dewletê kar dikir. Di 15’ê Nîsana 1992’an de seatên nîvro beşdarî merasîma cenazeya Hanefî Kutlu bû. Hanefî Kutlu bi cinayetên kiryar nediyar hat kuştin. Li goristanê kesekî nêzî wî bû û ji bo pêxistina cigara xwe jê agir xwest. Di vê navberê de heman kes, ji bo kesekî din ê ji dûr ve Abdulsamet dişopand, wî îşaret kir. Piştî veşartina cenazê Abdulsamet beriya biçe malê deynê xwe yê dikanê da û tevî hevalê xwe Şehmus ê li heman cihê kar dikin rêya xwe berdewam kir. Di vê demê de sê kesên ku li pêy wî dihatin, Şehmus avêtin erdê û bi çek gule berdan Abdulsamet Çîçek. Abdulsamet ê di encama êrişê de birîndar bû li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Gel li wê derê kujeran girt. Polîsên hatin cihê bûyerê kujerên ku gel wan girtibû girtin, lê bi hiceta ‘nebesiya delîlan’ wan berdan.

Di daxûyaniyê de hat destnîşankirin ku tûndî û gefên li hemberî malbata Çîçek berdewam dike û hat xwestin ku cinayetên ser wan tê nixumandin bê aşkerekirin. Piştî daxuyaniyê ji bo Abdulsamet Çîçek û hemû kesên wenda û yên bi cinayetên kiryar nediyar hatine qetilkirin çalakiya rûniştinê hat kirin.