Xizmên girtiyan li benda edaletê ne
Xizmên girtiyan yên nobeta xwe ya edaletê didomînin, pirsa “ Muxatabê me kî ye?” kirin, li benda pêkanîna daxwazên xwe ne.
Navenda Nûçeyan - Xizmên girtiyan yên daxwaza berdana girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatine şewitandin û bi dawîkirina tecrîdê dikin, li Amed û Îzmîrê di nobeta edaletê bûn.
Nobeda Edaletê di roja 81'emîn de li Îzmîrê li ber Edliyeya Bayrakliya berdewam kir. Rêxistinên HDP'ê yên navçeya Konak û Torbaliyê serdana nobetê kirin.
Di destpêkê de Dayika Denîz Poraz a ku di encama êrîşa li ser HDP'a Îzmîrê de jiyana xwe ji dest da Fehîme Poyraz axivî. Fehîme diyar kir ku ew ji bo zaorkên xwe yên di bin tecrîdê de li vir in û wiha berdewam kir, "Êdî bes e tecrîda li ser zarokên me bi dawî bikin. Bila dewleta tirk destên xwe ji ser zarokên me bikişîne û zarokên me bên tahliyekirin. Em ji bo Aysel Tugluk û gelek girtiyên din ên nexweş li vir in.”
Dayika girtiyê nexweş Mehmet Nezîr Gumuş ê li Girtîgeha Bandirma ya Balikesîrê girtî ye Hanîfe Gumuş, diyar kir ku her carê ji kurê xwe daxwazname didin rayedarên girtîgehê lê tu bersivê nagirin û xwest ku zarokên wan bên berdan.
“Bila ji dengê me ra bibin deng”
Di Nobeta edaletê ya 227 rojin li Amedê berdewam dike de jî xizmên girtiyan li ber edliyeyê bûn.
Xizma girtî Reşahat Ada a li nobetê axivî, wiha got: "Banga me li Wezîrê Dadê, rêyedarên dewletê û hemû partîyên siyasî heye, çima dengê me nabihîsin. Hûn çima nayên rewşa me napirsin? Dîsa banga me li partiyên siyasî heye ku werin dengê xwe bilind bikin. Em edalet û aşitî dixwazin. Îro li zor û zilm li ser zarokên me ne. Înfaza wan tê şewitadin. Em naxwazin tabûtên zarokên xwe bigrin.”
‘Muxatabe me kî ye?’
Ji xizmên girtiyan Herdem Merwanî jî balkişand ku nekarîn muxatabek bimînin û wiha got: “Muxatabe me kî ye? Îro em ji kê dipirsin dibejîn divê ev pirsgirêk bê çareserkirin. Em dipirsin; Yê naxwaze vê pirsgirêkê çareser bike kî ye? Heta îro tu daxwazên me nehatin bersivandin. Li gel vê girtîyên nexweş bernadin û wan sirgûnî bajaren cuda dikin. Malbat jî tên cezakirin. Em li benda rojên ku ew bên berdan in.”