Xizmên girtiyan 358 roj in li bendê ne ku dengê wan bê bihîstin

Xizmên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hat şewitandin bang li rayedaran kirin û daxwaza pêkanîna qanûnan kirin.

Amed – Xizmên girtiyên nexweş û yên berdana wan hatiye taloqkirin, li ber Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Amedê careke din çalakî li dar xistin.

Di roja 358’emîn a nobeda edaletê ya Xizmên Girtiyan de Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) û endamên Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Şaxa Amedê ve piştgirî dan çalakiyê.

Di çalakiyê de xwişka girtiyê nexweş Abdulselam Guler, Încî Guler axivî. Încî anî ziman ku ji bo piştgiriyê partiyên siyasî soz dabûn wan lê soza xwe bi cih neanîne û wiha got: "Tevî ku rewşa girtiyên nexweş girane jî gelek jî ji wan girtiyan jiyana xwe ji dest didin jî nayên berdan. Ev saleke em jî dibêjin girtiyên ku nexweşiya wan giran e bila bên berdan. Lê ji bo berdana girtiyan tu gavek erênî nehatiye avêtin. Banga me ji hemû partiyên siyasî re ew e ku piştgiriyê bidin me û xwedî li girtiyên nexweş derkevin. Divê ne tenê em çar malbat li vir bûna. Qanûnên dewletê hene, daxwaza me jî ew ê ku bila qanûnên xwe pêk bînin. Banga me ji Wezîrê Dade re jî heye qanûnên we çi ne bila qanûnên we pêk bên.” 

Çalakiya malbatan bi berzkirina dirûşmeyên "Bijî berxwedana zindanan” û “Heq hiqûq edalet" bi dawî bû.