Riha- Endamên Xeta Jinê ku ji xwendekarên zanîngehê yên jin pêk tê, ji bo balê bikişînin ser mirina biguman a Rojvelat Kizmaz ku di 9’ê Sibatê de li Êlihê winda bû û cenazeyê wê piştî 3 rojan li Bendava Heskîfê hate dîtin, pankarta bi Kurdî “Em ê hesabê Rojvelat bipirsin” daliqandin.
Pankarta bi Kurdî a “Em ê hesabê Rojvelat bipirsin” bi jorbihûrka Bulwara Ataturkê ya navçeya Halîliye ya Rihayê ve hate daliqandin.




