Xelkê kantona Cizîrê ji bi azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan meşiyan
Şêniyên bajarê Hesekê û Qamişlo yên kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi aramnca misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan herikîn qadan û daxwaza pêkanîna banga dîrokî kirin.

Hesekê
Şêniyên bajarê Hesekê, Kampa Waşokanî, Serêkaniyê, Şedadê, Hol û Erîşa bi hemû pêkhateyên xwe Kurd, Ereb, Suryan û Ermen daketin qadan û banga azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan kirin. Endam û rêveberên saziyên civaka sivîl, Kongra Star û partiyên bajêr beşdarî meşê bûn. Meşvanan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û pankartên bi nivîsa “Her tişt ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan e” hilgirtin. Meşê ji ber çerxeriya Kevokê dest pê kir û li ber çerxeriya Şehîd Serhed veguherî mitîngê.
‘Çareseriya aloziyan li Îmraliyê ye’
Piştî deqeyek rêzgirtinê, cîgira Meclisa Bajarê Hesekê Xatûn Îsa axivî û tekez kir ku daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan mafekî rewa ye û wiha anî ziman: “Di vê pêvajoya hesas de pêwistiya me bi hevgirtin û yekitiyeke xurt heye ji bo em bikaribin rê li ber hemû komployên ku hebûn, dîrok û pêşeroja me dikin hedef, bigrin. Me xwe li ser pergala neteweya demokratîk û hevgirtina gelan birêxistin kir, me tekoşînek mezin da meşandin heya gihîştin asta ku yekitiya jinan a cîhanî ava bû. Di bin dirûşma “Jin Jiyan Azadî” de em têkoşîna xwe didomînin. Daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan daxwazeke rewa ye. Ji ber ku wî riya azadî û aştiyê li ber me vekir û bi saya fikir û ramanên Rêber Ocalan me di vê pêvajoya hebûn û nebûnê de xwe û civaka xwe parast. Ji bo wê pêwîst e her kes banga Rêber Ocalan esas bigre û li gorî wê tevbigere. Ji ber çareseriya bingehîn a hemû aloziyan li gel Rêber Apo ye û em ê heya dawî ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan kar û xebat bimeşînin.”
Meş bi dirûşma “Bê serok jiyan nabe” dawî bû.
Qamişlo
Şêniyên bajarê Qamişlo jî ji bo azadiya fîzîkî a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan meşiyan. Meş bi diruşmeya “Ji Rêber Apo re azadî û ji pirsgirêka kurd re çareserî ” ji Çrexereya Sonî heya Çrexereya Şehîdan domakir.
‘Tu pêvajo bi pêşengiya Rêber Apo ne pêkan e’
Piştî deqeyek rêzgirtin li ser navê Insiyatîfa Gel Şîraz Hemo axivî û wiha got: “ Ev 27 hêzên komploger di hewldanê den e ku îradeya civaka azadîxwez, hêz û tekoşînan jinan bişkînin. Rêber Apo Rojhilata navîn kir dergûşa mirovahiyê hewldanên hêzên desthuiladar têk bir. Serkeftinên ku tên jiyîn bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo ye. Siyaseta înkarkirinê bi berxwdan û vîna gelan hate pûçkirin. Banga dîrokî ya Rêber Apo rê li ber pêvajoya aştiyê li herêmê vedike û divê ev pêvajo pêk were û dawî li aloziyan bê. Em wek gelê azadîxwaz ji bo pêkanîna pêvajoya aştiyê û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li ser piya bin û berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Tu pêvajoya aştiyê bê pêşengiya Rêber Apo ne pêkan e.”
Meş bi diruşmeya “ bê serok jiyan nabe” û “ Şehîd namirin” dawî bû.