Xelkê Helebce bîranîna ku ji aliyê hikûmetê hat lidarxistin boykot kir

Xelkê Helebce merasîma bîranînê ya ji aliyê hikûmetê ve di 35. salvegera Komkujiyê de hat lidarxistin, boykot kir.

Navenda Nûçeyan – Hikûmetê îro bi boneya 35’emîn salvegera Komkujiya Helebceyê merasîmeke bîranînê li darxist. Welatiyên ku beşdarî merasîma ku ji aliyê hikûmetê ve hat organîzekirin nebûn, çûn serdana Şehîdgeha Helebce û kesên hatin qetilkirin bibîranîn.

Axaftina ku di serdana  şehîdgehê de hat kirin wiha bû: “Ji me re xizmetê bikin, ne merasîm. Werin em li şûna van merasiman xizmeta şehîdên xwe û ciwanên xwe bikin. Bila xizmet ji bajarê me re bê kirin. Ev merasîm her sal tên lidarxistin û tenê birînên me tînin bîra me. Ev merasîm ji bo gelê Helebce û şehîdan tu feydeyê nade." û bertek li dijî hikumeta  ku tenê di rojên bîranînê de gelê Helebceyê bibîr tîne hate nîşandan.

Welatiyên ku daxwaza xizmetguzariyê ji hikûmetê dikin, ragihandin ku ger daxwazên wan neyên bersivandin dê di dawiya meha Remezanê de dîsa dest bi xwepêşandanan bikin.