Navenda Nûçeyan – Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanê (WMO) di rapora xwe de eşkere kir ku parzemîna Asyayê bû herema ku par herî zêde ji xetereyên avhewayê bandor bû. WMO ragihand ku lehî û bahoza herî zêde li Asyayê bû sedema mirina gelek kesan.
Li gorî raporê, di sala 2023'an de li Asyayê 79 karesatên têkildarî bûyerên hîdro-meteorolojiyê hatine tomarkirin. Ji sedî 80’ê van ji ber lehî û bahozên ku zêdeyî 2 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane çêbûne.
'Sala herî germ a heta niha çêbû'
Sekretera Giştî ya WMO Celeste Saulo di derbarê karesatan de got, "Gelek welatên li herêmê di sala 2023’an de ji hişkesalî û germahiyê heya lehî û bahozan tevî hîn rêze şertên dijwar sala xwe pileya germê herî zêde bû jiya. Guherîna avhewayê zêdebûna van bûyeran û tundiya wan hê zêdetir kir.”
‘Asya bi heman lezê germ dibe’
Li gor raporê Asya ji asta kûrevî hê zûtir germ dibe. Par ji Sîbîryaya rojava heya Asyaya navîn û ji Çîna rojhilat heya Japonyayê germahiyên zêde hatin qeydkirin. Her wiha hat parvekirin ku piraniya cemedên li herêmên çiyayên bilind ên Asyayê ji ber germahiya zêde û şert û mercên hişk ên rekor şikand girseyeke girîng winda kirine.




