Werzişvan Ferzane Fesîhî ji pêşbirkiyên cîhanî û lîstikên Asyayî vekişiya

Werzişvana olompîk a Îranê Ferzane Fesîhî ragihand ku ji ber astengkirina qeydkirina wê ya ji bo pêşbirkiyên şampiyona cîhanê, ew ê di heman demê de ji lîstikên Asyayî jî vekişe û diyar kir ku ew ê nehêle ev zext mafên wê binpê bikin.

Navenda Nûçeyan – Duh, Ferzane Fesîhî ku bazdervaneke olompîk a Îranê ye, peyamek li ser rûpela xwe ya Instagramê weşand û tê de eşkere kir ku ji qeydkirina wê ya ji bo beşdarbûna di pêşbirkiyên şampiyona cîhanê de hatiye girtin. Her wiha ragihand ku ji ber vê yekê  wek bertekî ew ê ji lîstikên Asyayî jî vekişê.

Gef û zextên li ser Farzane Fesîhî

Ferzana Fesîhî di peyama xwe de spasiya wan kesên ku di mehên borî de rewşa wê pirsîne kir. Wê behsa wan hişyariyan kir ku piştî bûyerên mehên derbasbûyî wergirtibû û got ku jê re hatibû gotin bila hay ji tevgerên xwe hebe, ji ber ku pêşbirkiyên cîhanî û lîstikên Asyayî li pêş in. Wê anî ziman ku şampiyona cîhanê xewna herî mezin a her werzişvanekî ye, lê ev xewn ji dest hat girtin û lîstika asyayî jî bi dilê xwe radestî wan dike.

Serkeftinên bêparvekirî û bêdadmendî

Her wiha destnîşan kir ku ew wek werzişvana Îranê ya tenê ye ku ye kotaya pêşbirkiyên cîhanî bi dest xistiye û demsal jî wekî kesa yekem a rêza Asyayê qedandiye.

Farzane Fesîhî got ku ew  bi mehan di vî warî de bêdeng maye û gelek caran hewl daye li ser binivîse, lê belê, tu hevokek nikaribû kûrahiya "zulm, bêdadmendî " ku lê hatiye kirin pênase bike.

Berdewamî û hêviya dadmendiyê

Wê tekez kir ku ew ê nehêle ev rewş bibe sedema rawestana wê û got: "Lê min biryar da ku dîlê vê tarîtiyê nemînim. Ez ê hê jî bazdim... Ji bo gelê xwe, ji bo xewnên xwe, ez ê bazidim."

Ferzane Fesîhî her wiha da xuyakirin ku wê bi mehan e bi rêyên qanûnî mafên xwe dişopîne û qet naxwaze mafê wê yê wekî jineke werzişvana îranî were binpêkirin. Wê di dawiyê de hêviya xwe anî ziman ku "dadmendî cihê zulmê, jêhatîbûn cihê rantê û paqijî jî cihê gendeliyê bigire."

Hêjayî gotinê ye ku Ferzane Fesîhî berê jî di sibata 2026’an de, piştî tepisandina xwepêşandanan, bi belavkirina peyamekê nerazîbûn û xemgîniya xwe li ser kuştina xwepêşanderan anîbû ziman.
Ferzane Fesîhî ya ku di sala 1993’an de hatiye dinyayê, bazdakeke Îranî ye ku di pêşbirkiyên leza bezê de pispor e. Wê di Olîmpiyada Tokyoyê ya 2020’an de di nava pêşbirkên bezê yên 100 metreyan de cih girtiye. Her wiha wekî yek ji bazdanvana herî navdar a Îranê di pêşbirkên lezê de tê naskirin û li ser asta Asyayê encamên berbiçav bi dest xistine.