Weqfa Jina Azad jinên ji hemû pêkhateyan hembêz dike

Rêveberiya Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê Mîdiya Elî da zanîn ku Weqfa Jina Azad li ser asta Sûriyeyê, di gelek beşan de dixebite û got ku jinên ji hemû pêkhateyan hembêz dike.

NEXEM ÇAÇAN

Qamişlo – Weqfa Jina Azad ji platformên herî girîng e ku di warên pîşeyî yên cûrbecûr de piştgirî dide hêzdarkirina jinan û pêşxistina jêhatîbûnên wan. Weqf bi rêya rêze dewreyên perwerdehiyê yên taybet, ji bo jinên ku li jêhatîbûnên pratîkî digerin ku hebûna wan di bazara kar de zêde bikin û xweseriyek mezintir bidin wan, asoyên nû vedike. Di nav pirsgirêkên aborî û civakî yên ku herêm pê re rû bi rû ye de, rola weqfê wekî cîhek ewle derdikeve pêş. Ev dihêle jin fêr bibin, însiyatîf bigirin û pêşerojek aramtir ava bikin.

Rêvebera Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê Mîdiya Elî derbarê proje, kar û xebatên Weqfa Jina Azad de ji ajansa me re axivî.

Mîdiya Elî da zanîn ku Weqfa Jina Azad di sala 2014’an de hatiye avakirin û wiha got: “Anket hatin belav kirin li gorî daxwazên jinan ku çi dixwazin û bi vî rengî Weqfa Jina Azad Hat avakirin. Armanca me ya sereke ji ava kirina Weqfê, em derfetên kar bidin jinan.”

‘Ji bo jinan tiştê pêwîst, pêşketina wan e’

Mîdiya Elî diyar kir ku gelek komîte di Weqfê de hatine avakirin, çend ji vana jî, Komîteya Perwerdê, Komîteya Tenduristî û Komîteya Projeyan in. Mîdiya da zanîn ku bi rêya van projeyên xwe jinan fêrî hirî, karên destan û dirûtinê dikin û wiha pê de çû: “Hola Sporê jî li Weqfê heye. Jin li Weqfê Perwerdên Tenduristî, yên Alîkariya Yekem distînin. Piştî ku perwerdê bi dawî dikin, nasname li wan têne belavkirin. Beşê me yê perwerdê yê ku ji 3 kesan hatiye avakirin, derdikevin nava gel û saziyan, semînerên fikrî didin û her carekî jî mijara semînerê cuda ye. Tiştên pêwîst ji jinan re, pêşketina wan e. Pêşketin jî bi riya semîneran e, da ku jin xwe nas bike.”

‘Em naxwazin ku jin mîna berê di malê de bimîne’

Mîdiya Elî destnîşan kir ku di dema Rêjîma Baasê de derfetên kar ji jinan re kêm bûne û wiha berdewam kir: “Di dema Rêjîma Baasê de jinên ku bê nasnameyên xwendinê bûna, nikarîbûn ku kar bikin. Weqf derfetên kar gelekî ji jinan re pêşkêş kir. Jinên ku piştî perwerdeyan bi dawî dikin eger pêwîstiya kar li Weqfê hebe, em wan tînin ku li gel me kar bikin. Weqfa Jina Azad jinên ji hemû pêkhateyan hembêz dike. Em naxwazin ku jin wekî berê di malê de bimîne. Pêwîst e jin xwe nas bike, baweriya wê bi kesayeta wê çêbibe.”

‘Heta sala 2019’an Weqfa Jina Azad tenê ya Rojava bû’

Mîdiya Elî da zanîn ku Perwerdên Tenduristî li gundan jî didin, anî ziman ku Weqfa Jina Azad li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û wiha got: “Em derbasî Komînên Gundan dibin, jinan lê kom dikin û perwerdeyên tenduristî didin. Heta sala 2019’an Weqfa Jina Azad tenê ya Rojava bû, lê piştre Şaxên Weqfê li ser asta Sûriyeyê hatin belavkirin.”

‘Klînîkek gerok jî heye ‘

Mîdiya Elî derbarê kar û xebatên Weqfa Jina Azad de axivî û ragihand ku nêzî 5 klînîkên Weqfê hene, her wiha klînîkek wan a gerok jî heye. Mîdiya derbarê van klînîkan de ev agahî dan: “Di klînîkên me de bijîşkên jin û zarokan hene û tedawî bê pere ye. Cihekî me li Holê jî heye. Despêkê me gelek zehmetî kişandin. Li Holê, gelek caran jin û zarokan êrîşî me dikirin. Lê em derbasî zampên wan bûn û me semîner didan wan. Bi rêya semîneran êdî hinekî fikrên wan hatin guhertin. Despêkê cilên wan hemû rengê reş bûn, lê piştî semîneran rengê reş guhertin.”

‘Semînerên li ser tiba xwezayî tên dayîn’

Mîdiya Elî diyar kir ku li Kobanê cihekî wan bi navê Keskesor ji bo zarokên bêkes heye û wiha got: “Beşekî Weqfê li Kampa Roj jî heye û heftiyê du caran çalakiyan ji zarokan re li dar dixe. Li Hesekê klînîka Weqfê heye, di heman demê de cihê tiba xwezayî heye û li Dirbêsiyê jî cihekî me yê tiba xwezayî heye. Semîner li ser dermanên kîmyewî û tiba xwezayî tên dayîn. Em hewl didin li gelek deveran cihê tiba xwezayî ava bikin. Weqfa Jina Azad li Kobanê jî heye, di heman demê de me cihek ji bo zarokên bêkes ava kiriye. Nêzî 20 zarokan lê hene. Em pêwîstiyên zarokên li gel me, bi giştî em peyda dikin. Mamoste hene bi karê wan ve radibin û çalakiyan ji wan re li dardixin.”

‘Kampanyaya ji bo koçberan’

Mîdiya Elî diyar kir ku Weqf ji koçberan re jî dibe alîkar û wiha domand: “Em kampanya jî li dar dixin. Beriya demekî me ji bo koçberan kampanyayek li dar xist. Me pêwîstiyên wan peyda kirin. Weqf rojane alîkar e bi koçberan re. Niha me dest bi werşekî dirûtinê li Reqayê kiriye. Di heman demê de me ji bo karê destan yê ku Weqfê kiriye tê de bê pêşkêşkirin, dikanek jî vekiriye. Zehmetiyên ku me bi jinan re dikşandin, despêkê hinekî malbat û civak diket pêşiya jinê.”

‘Ji bo jinan cihê sporê hatiye vekirin’

Mîdiya Elî tîkildarî karê Weqfê yê rojane axivî, got gelek pêşengeh yên karê destan hatine lidarxistin û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Rojane Werşa Dirûtênê kar dike. Karên destan jî hene. Pêşangeh ji bo karê destan ên Weqfê tên lidarxistin. Perwerdên Muzîkê jî rojane hene. Perwerdê Zimanê Kurdî û biyanî jî hene li Weqfê. Cihê Sporê jî li Weqfê heye ku rojane jin tênê.”