Welatiyên Hewlêrê li hemberî dagirkeriya Tirk çun ber parlemanê

Bi pêşengiya Hizba Komunîst a Kurdistanê, li ber derê Parlamentoya Herêma Kurdistanê dagirkeriya dewleta Tirk a ser axa Başûrê Kurdistanê hate şermezar kirin.

Hewlêr - Nerazîbûna raya giştî ya li hemberî dagirkeriyê dewleta Tirk ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê roj bi roj zêde dibe. Îro li bajarê Hewlêrê, li ber derê Parlamentoya Herêma Kurdistanê, bi pêşengiya Hizba Komunîst a Kurdistanê, welatî kombûn û bî daxuyaniyekê dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kirin.
“Hikumet û parlemento li hemberî dagirkeriyê bê denge”
Di daxuyaniya li ber derê parlamentoyê hatî dayîn de wiha hat gotin: “Em piştgiriyê didin têkoşîna gelê xwe ya li hemû herêmên Kurdistanê li hemberî dagirkeriyê mezin dibe. Divê dewleta Tirk ji Herêma Kurdistanê were derxistin. Dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê bê navber dom dike, hikumet û Parlamentoya Herêma Kurdistanê li hemberî vê dagirkeriyê bêdengin. Divê li hevkirina Iraq û dewleta Tirk ya li ser parastina sînor were hilweşandin û divê sînorek ji bo dagirkeriya dewleta Tirk re were danîn. Divê dewleta Tirk ji Herêma Kurdistanê were derxistin. Li gorî li hevkirinên navnetewî yên taybet girêdayî parastina jîngehê, talankirina jîngeh û birîna daran, sûcê şere. Divê hemû xweza were parastin. Rejîma Îran jî li hemberî gel binpêkirinan dike û herî dawî jî bi girtina çavkaniyên avê ya ser herêmê, metirsiyek mezin li ser jîngeh û welatiyên Herêma Kurdistanê çêkiriye. Ji ber xirabiya desthilata Herêma Kurdistanê, rojane maf û azadî têne binpêkirin. Mûçeyê karmend û kesên teqawîdbûyî tê kêmkirin. Herwiha bazar giran bûye, bac û giranî li ser welatiyan bandorek nerênî dike.”
Piştî daxuyaniyê Hizba Komunîst a Kurdistanê li ser dagirkeriya dewleta Tirk û mafê karmendên herêma Kurdistanê, daxwaznameyek radestî parlamentoyê kir. Di daxwaznameyê de ji parlamentoyê tê xwestin ku li hevkirinên di navbera Tirkiye û Iraqê de yên li ser sînorên herdû welatan, werin hilweşandin. Tê gotin divê sînorek ji dagirkeriya deweta Tirk re were danîn û talankirina xwezaya Kurdistanê were rawestandin. Pêwîste dewleta Tirk ji Herêma Kurdistanê were derxistin