Welatiyên Helebê li hemberî dorpêçê meşiyan
Li dijî dorpêçkirina taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê welatiyên taxê meşiyan û di meşê de banga rakirina dorpçê kirin.
Heleb – Ev demeke rejîma Sûriyê dorpêç daniya ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê. Her diçe dorpêçê giran dike û êdî nahêle pêdiviyên jiyani yên weke ard jî biçin hindirê taxan. Welatiyên Helebê li hemberî vê yekê bi dirûşma “Na ji dorpêça li ser taxê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê re”, “na ji siyaseta birçîbûnê re” û “Bijî berxwedana gelê azad” meşek girseyî bi beşdarbûna endamên sazî û dezgehên sivîl û partiyên siyasî meşiyan. meş ji pêşiya jêrzemîna Yasîn dest pê kir heya pêşiya benden kontrolê ya bi navê Cizîrê dewam kir. Li ser navê welatiyên taxa Şêx Meqsû û eşrefiyê Elî Hesen axivî.
Elî Hesen got: “Ne ji berxwedana taxa Şêx Meqsûd ba niha Heleb hemû di bin destên çeteyan de bû. Yên ku destur nedan kela Helebê bikeve berxwedana gelê taxa Şêx Meqsûd bû. Taxa Şêx Meqsûd mînaka şerê gelê Şoreşgeriye. Ev ewqas sale taxên me di bin dorpêçkirinê de ye. Ji bo ku Heleb nekeve me ewqas şehîd da. Em li ser riya xwe venagerin. Bi van siyestan dixwezin dawiya me bînin lê em paşve venagerin. Ger em bixwezin tiştan derbas bikin em ê derbas bikin lê em naxwezin bighîne wê astê. Em hemû miletê Sûriyê ne, em şerê navxweyî naxwezin. Bi vê siyasetê dide nîşandan ku tu ferqa wan ji DAIŞ yan nîne. Em ê li hemberî van lîstokan liberxwebidin û tu carî çok li ber wan danayînin. Tiştên herî dawî em pêdifikirin xwerine. Bila her kes li berxwedana vî gelî meyze bikin û bila ji wan re bibe mînak ne ew tax e ku serî ji van re dane.”
Meş bi dirûşmeya “Bijî berxwedana Şêx Meqsûd” bi dawî bû.