"Wê Rêber Apo ji aliyê jinan ve were rizgarkirin"
Xebatkarên ku di meclisên gel de cih digrin bal kişandin ser tecrîda li ser rêberê gelê Kurd Abdullah Ocelan û gotin: "Rêber Apo ji me re bîrdoziyeke dewlemend pêkêş kir. Ew baweriya xwe bi me tîne, ji ber vê em ê xwedî li bîrdoziya wî derkevin û tecrîdê bişkînin."
BERÇEM CÛDÎ
Kobanê- Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocelan di encama komployeke navneteweyî de di 15`ê Sibata 1999`an hat girtin û ji wê demê ve ew li girtîgeha tîpa F ya Îmraliyê de dibin tecrîdeke girankirî de ye. Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ji tevahî mafên xwe bêpar tê hiştin. Hevdîtinên bi malbat û parêzeran re tên astengkirin. Parêzerên Rêber Abdullah Ocelan di 7`ê Îlonê de dîsa serî li ser Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan da ku muwekîlê xwe bibînin lê dîsa hevdîtin hat redkirin. Hêjayî bi bîrxistinê ye ku herî dawî di 15`ê Adara vê salê de bi riya telefonê bi birayê xwe re axivî û beriya axaftin bi dawî bibe telefon hat birîn.
Girêdayî tecrîda li ser rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, xebatkarên ku di meclisên gel ên Kobanê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de kar dikin wate û girîngiya rêber Abdullah Ocalan di jiyana xwe de anîn ziman.
"Em ê bi pêkanîna daxwazên Rêber Apo komployê vala derxin"
Cîgira meclîsa navçeya Kobanê Emîra Şahîn behsa şêwazên valaderxistina komloya navneteweyî kir û wiha got: "Em îro di bin sîwana fikir û bîrdoziya Rêber Apo de dijîn her wiha em bi saya wî rola xwe di birêvebirina civakê de dilîzin. Rêber Apo dixwaze jineke xwedî kesayeteke azad, polîtîk û zana ava bike, heger ev yek jî pêk were dê civakeke demokratîk, exlaqî û polîtîk ava bibe. Ji ber vê ger ev hemû xal bi cih werin em ê bikaribin komploya li ser Rêber Apo vala derxin û tecrîdê bişkînin. Ya min ji bo min şansekî mezin e ku me ji zaroktiya xwe de rêber Apo nas kir, ji ber vê derfeta ku ez jiyana baştir bijîm heye. Ji ber vê weke kesayet ez li ser bingeha bîrdoziya Rêber Apo têdikoşim û hewl didim civakê sererast bikim."
"Em ê layîqî baweriya rêber Apo bin"
Her wiha endama komîteya Kar û Barên civakî ya meclisa navçeya Kobanê Xezala Miho tecrîdê nirxand û got: "Tecrîda li ser Rêber Apo tê meşandin di rastiya xwe de li ser tevahî gelê Kurd e. Ji lewre pêwîst e em weke gel her kes rola xwe di şikandina vê tecrîdê de bilîze. Pêwîst e ji her demê zêdetir em bîrdoziya rêbertiyê jiyanî bikin. Ku em xwestek û rastiya bîrdoziya wî baş bi kar bînin em ê bikaribin rêberê xwe ji girtîgeha Îmraliyê jî rizgar bikin. Bi taybet em weke jin divê ku têkoşîneke bihêztir bidin nîşandan, ji ber dema Rêber Apo hat girtin got ku ez vê şoreşê didim jinan ku bidomînin. Rêbertî rastiya jinan beriya her kesî nas kir, analîz û şîrove kir. Ji lewre dizanibû ku wê herî zêde jin xwedî li bîrdoziya wî derkevin. Li ser vê bingehê pêwîst e em baweriya rêber Apo neşkînin û bikaribin vê şoreşê bigihîjînin serkeftinê."
"Ew ronahiya ber bi azadiyê ve ye"
Herî dawî endama komîteya kar û barên civakî ya meclisa kantona Kobanê Cemîle Silêman bandora ku li ser jinên Kurd û Rojhilata Navîn çêbûye wiha bi lêv kir: "Rêber Apo ji bo me mêjî û rih e. Ew ê yekemîn bû di cîhanê de ku mijara azadiya jin û civakê parve dike. Lêkolîn, pêşniyar û nirxandinên Rêber Apo ne tenê ji bo jinên Kurd lê belê ji bo tevahî jinan bû ronahiya ber bi azadiyê ye ew. Jin ji aliyê pergala serdest û mêrên zayendperest ve bi salan e hatine kolekirin. Ew ji mafên xwe yên herî xwezayî bêpar dimînin. Lê di sedsala 21’emîn de bîrdoziya rêber Apo ji hezaran jinan re bû hêza şerkirin û têkoşînê. Li Rojavayê Kurdistanê jî Yekîneyên Parastina Jin ku di têkoşîn û berxwedaniya xwe de bîrdoziya rêber Apo bingeh digirin, hêz, vîn û rastiya jinan ji tevahî cîhanê re pêkêş kirin."
"Bîroziya azadiyê di nav me de dijî"
Cemîleyê teqez kir ku ew ê tecrîdê bişkînin û got: "Hêzên hegomonîk ên cîhanî ev 23 sal in li hember tecrîda li ser rêber Apo tu helwest nîşan nedan. Ew dizanin ku ev tecrîd bi erêkirineke navneteweyî tê meşandin. Rast e Rêber Apo ji aliyê fizîkî ve ne di nav me de ye lê bîrdoziya wî kêlî bi kêlî bi me re ye. Divê em êdî vê tecrîdê bişkînin, ji ber vê ez bang li tevahî gelên azadîxwaz û bi taybetî jî li jinan dikim ku em asta berxwedaniya xwe bilind bikin û rêberê xwe rizgar bikin. Çawa ku Rêber Apo dixwaze jinan azad bike, pêwîst e şikandina tecrîdê jî ji aliyê jinan ve be."