Wê ji tundî û dagirkirinê re bêjin ‘raweste’

Rêxistina Sara starta xebatên çalakiyên 25’ê Mijdarê da, wê xebat der barê têkoşîna li beramberî tundîtûjiya li dijî jinê bi gelek zimanan were meşandin. Ji Kongra Star Helîm Osman bal kişand li ser rêxsitibûnê û banga yekitiya jinan kir.

DELAL RAMADAN

Kobanê – Bi nêzbûna roja têkoşîna li dijî tundîtûjiya beramberî jinê ya 25’ê Mijdarê re, jin wê îsal jî li beramberî hemû cûreyên tundîtûjî, qetilkirin û polîtakayên qirkirinê xebatên xwe bi hev re bikin yek. Li Bakûr û Rojhilatê Sûriye Rêxistina Sara ya ku li dijî tundîtûjiyê têdikoşe, ji bo 25’ê Mijdarê destê xwe lez kirin. Herêma Firatê ya ku girêdayî Bakûr û Rojhilatê Sûrye di 18’ê Cotmehê de çalakiyên ji bo 25’ê Mijdarê ya ku ji aliyê rêxistin Sara ve tê organîzekirin starta wê hate dayîn. Di rêzeçalakiyên ku wê Rêxistina Sara bikin de me mîkrofon dirêjî Helîm Osman kir.

‘Emê dawî li hemû cûrên tundîtûjiyê binîn’

Endama rêxistina Sara bajarê Kobanê Helîm Osman diyar kir ku armanca wan ya vê xebatê ew e ku hemû cûrên tundîtûjiyê bi dawî bikin û der barê kar û xebatên xwe de wiha got: “Wê bernameya me di bingehê sekinandina tundîtûjiyê de gelê herêmê perdewerdekirin e. Wê ketina bajaran, cadeyên navend di çarçoveya kampanyayê de dirûşme û wêneyên balkêş werin daliqandin. Em weke rêxistina Sara emê bi çapemeniyê re kordînelî kar bikin, di vê derê de bi taybet em ê ronikirin û hişyarîkirina jinan esas bigrin. Bi taybet li cihên çol di mijarên zewicandina zarokan û pirzewacê de emê konfaransa û civînan çêbikin.”  

‘Wê belavok û afiş bi gelek zimanan were amadekirin’

Helim Osman bi bîr xist ku wê çalakiyên ji bo 25’ê Mijdarê wê bi gelek zimanan be û wê belavok û afiş û spot bi zimanên Kurdî, Erebî û Îngilizî were amadekirin û bal kişand li ser her sûcê ku li dijî jinê tê pêkanîn û wiha got: “Sedemê herî serek yê qetilkirina jinan feraseta kevneşopiyê ye. Di vê wateyê de emê têkoşîna li beramberî zihinyeta ku civakê berbi paçve dibe esas bigrin.”

‘Li dijî dagirkeriyê wê têkoşîn bê meşandin’

Helîm Osman bal kişand li ser dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Bakûr û Rojhilatê Sûrye û wiha dom kir: “Xaka Bakûr û Rojhilatê Sûrye ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatî dagirkirin, em her nûçeyên qetilkirin, êrîşên zayendî, revandin, îşkenceyan dibîhîsin û emê li beramberî polîtakayên qirkirinê têkoşînê bidin meşandin.”

‘Li dijî tundiyê divê jin bibin yek’

Helîm Osman di dawiya axaftina xwe de bang li jinan kir ku li dijî hemû cûrê tindîtûjiyê bibin yek û bal kişand li ser rêxistinkirina jinan û wiha got: “Jin ji tindîtûjiyê, qetilkirinan, cinayetan û Intiharan zêdetir jiyankirina dinyayek xweş heq dikin û bi azad jiyankirinê heq dikin.”