Navenda Nûçeyan – Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ku di meha 7'emîn de serhildanên Jin, Jiyan, Azadî didome zext û ferzkirinên hikumeta Îranê yê li dijî jinan jî didome. Waliyê Hemedanê ya Îranê Alîreza Ghasemi Farzad, duh 7’ê Nîsanê, di civînek li navenda “Efaf û Hicab” a vê parêzgehê de bang li rêveber û berpirsên saziyên cîbicîkar ên eyaleta Hamedanê kir ku li cihê kar û ofîsan bikaranîna hicabê ferz bikin û bang li bankayan kir ku ji jinên hicabê li xwe nekin re xizmetê nekin.
Rayedarê IRGC’ê her wiha ferman da komên werziş û ciwanan ku ji bo li navendên werzîşê hicaba ferzkirî pêk bînin, tedbîrên pêwîst bigrin.




