UNICEF: Li Idlibê 4 zarok hatin qetil kirin
UNICEF derbarê êrişên li ser qada perwerdê tê pêkanîn daxûyaniyek da û da diyarkirin ku tenê di roja 4’ê Nîsanê de li Idlibê çar zarok di dema çûyîna dibistanê de hatine qetil kirin.
Navenda Nuçeyan – Di pêvajoyên dawî de êrişên li ser dibistanên Sûrî bi taybetî jî li heremên dagirkirî yên mîna Îdlîb û Efrînê zêde bûne. Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) derbarê êrişên ku li ser qada perwerde û dibistanan tê pêkanîn de daxûyaniyekê da. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku herî dawiyê di 4’ê Nîsanê de li Îdlîbê çar zarokên ku diçûn dibistanê di encama êrîşekî de hahtine kûştin.
Ji sala 2011’an şûnde zêdeyî 750 êrîş
Di daxûyaniya UNICEF’ê de bal lê hat kişandin ku ji sala 2011’an şûnde heya niha zêdetirî 750 êrîş li ser qada perwerdê û karmendên perwerdê hatine tomarkirin. Her wiha hat destnîşankirin ku herî dawiyê di roja 4’ê Nîsanê de di encama êrişekê de li Îdlîbê 4 zarok di dema çûyîna dibistanê de hatine kuştin.
Mafê hemû zarokan ê xwendinê heye
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji sedan 70’an ew zarokên ku sala bûrî hatin kuştin li Bakurê Suriye bûn û bi hezaran zarok jî koçberbûn. Mafê hemû zarokan heye ku bixwînin, li Surî piştî sala 2011’an bi destpêkirina qeyranan re gelek zarok di dema çûyîna dibistanê de jiyana xwe ji dest dan. Dî destpêka îsal de dû zarok li Bakurê Surî hat kuştin û 5 zarok jî birîndar bûn. Niha 1.4 milyon kes li Bakurê Surî pêwîstiya wan bi alikariyê heye û ji vê jimarê ji sedan 7’ê wê jin û zarokin.