Tura bîsîklêtê ya jinên bixemil li Amedê despêdike

2’emîn Tura Bîsîklêtê ya Jinên Bixeml bi dirûşmeya “Herî zêde jin li kolanan tên” li Amedê despê dike.

Tura bîsîklêtê ya jinên bixemil li Amedê despêdike
 
Amed- 19’ê Îlonê li Amedê 2’emîn Tura Bîsîklêtê ya Jinên Bixeml bi dirûşmeya “Herî zêde jin li kolanan tên” despêdike. Jin, wê ji Parka 75 a navçeya Peyasê, saet 13.30’an dest bi tûra xwe ya bisiklêtê bikin û li Birca Keçikê ya navçeya Sûrê bi dawî bikin. Organîzasyona Bisiklêtê ya Jinên Bixeml  jinên Amedî vexwendin tûra bisiklêtê.
Di çarçoveya “Roja Bajarên Bêotombîl a Cîhanê” de, her sal di 22’yê Îlonê de, li seranserê cîhanê çalakiyên cihêreng tên organîzekirin da ku balê bikişînin ser veguhastina domdar û alternatîfên ji bilî otomobîlan têne teşwîqkirin. Li Tirkiyê jî, ji sala 2013’yan ve jin ji bo bikaranîna bisiklêtê û hestiyariya li dijî qirêjkirina derdorê zêde bibe, her sal tûra “Herî zêde jin li kolanan tên” li dardixin. Îsal jî, jinan xwe ji bo ajotina bisiklêtê amade kirin.