Tulay Hatîmogullari: Têkoşîna me ew e ku 85 milyon welatî wekhev û adil bijîn

Hevseroka Giştî ya DEM’ê Tulay Hatîmogullari di Civîna Koma Meclîsê de axivî û diyar kir ku rêya sêyemîn avakirina komara demokratîk e û got: “Têkoşîna me ew e ku li vî welatî 85 milyon welatiyên me di nava sîstemeke wekhev û adil de bijîn.”

Enqere - Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari di civîna koma meclîsê ya heftane de li Meclîsê rojevên heyî nirxand.

Tulay Hatîmogullari bal kişand ser hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmeha 2016’an û got ku di hemû darbeyan de bedela herî giran karker, kedkar, xizan, çepgir, sosyalîst û muxalîfan dane.

‘Rejîma xwe li ser xwîna mirovan ava kirin’

Hatîmogullari, diyar kir ku weke DEM Partiyê sekna wan a li hemberî darbeyên leşkerî û siyasî zelal e û wiha got: “Di darbeyan de tenê klîk û hêzên girêdayî darbekaran qezenc dikin. Lê Tirkiyeyê winda kiriye. Di hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê û ya darbeya didome de jî Tirkiyeyê winda kir. AKP sûd ji vê hewldana darbeyê digire. Îktîdarê ji bo komkujiyên Gara Enqereyê û Pirsûsê got; ‘ev komkujî baş dibin, dengê me zêde dibin.’ Rejîma xwe li ser xwîna mirovan ava kirin. 15’ê Tîrmehê komployeke mezin a li dijî gelên Tirkiyeyê ye. 15’ê Tîrmehê darbeyeke siyasî ya li demê hatiye belavkirin e. Hêzên ewlekariyê û darazê jî piştgirî daye.” Tulay Hatîmogullari got: “Hem pêvajoya beriya hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê hem jî ya piştre bi tevahî senaryo ye. Mexdûrên 15’ê Tîrmehê civak in. Ji wê rojê ve aborî têk diçe, siyaset têk diçe û ji demokrasiyê tu tiştek nema.”

‘Gelo ger ev darbe nebe wê demê çi ye?’

Tulay Hatîmogullari di dewama axaftina xwe de bal kişand ser dozên Kobanê û Geziyê û wiha got: “Hevserokên Giştî yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de bi dehan HDP’î hatin girtin. Beriya wê jî parêzbendiyên wan rakirin. Ev darbeya 4’ê Mijdarê bû. Vaye darbe ev e. Berxwedana Geziyê jî bi muebbetê ceza kirin. Gelo ger ev darbe nebe wê demê çi ye?”

‘Ev yek di hiqûqa şer de jî nayê qebûlkirin’

Tulay Hatîmogullari ser êrişên li dijî cenaze û goristanan ev tişt got: “Digotin qey dê hafizeyekê bi vî rengî ji holê rakin. Zerer dan goran, îşkence li cenazeyan kirin. Nehiştin cenaze bên definkirin. Ev tişt di hiqûqa şer de jî nayê qebûlkirin. Ev wêneyê Alî Riza Aslan e û di qoliya destê wî de cenazeyê zarokê wî heye. Ev wêne bi tena serê xwe gelek tiştan vedibêje. Alî Riza Aslan digot; ‘çavên min tarî bûn, bêhna min çikiya. Dê bibêjî qey tevahiya Amedê bi ser min de hilweşiya.’ Amed û tevahiya Tirkiyeyê bi serê malbatên van êşan dikişînin de tên xwarê. Ya vê dike jî AKP ye ku qaşo bawermendin lê nirxên îslamê ji bo armancên siyasî bi kar tînin.”

‘Ev wêneyê dayîkeke Kurd e’

Tulay Hatîmogullari, piştre qala dayîkên tevî temenê wan mezin jî di girtîgehan de tên ragirtin kir. Tulay Hatîmogullari, got ku Makbûle Ozer a 83 salî ji sedî 61 astengdar e lê tevî jî girtî ye. Herwiha bi bîr xist ku du roj berê jî li Êlihê gelek dayîk hatine girtin. Tulay Hatîmogullari, wêneyê Makbule Ozer nîşan da û got: “Nebêjin qey ev tiştên em vedibêjin tenê çîroka jinên Kurd in. Ev dayîka ku di destekî wê de kulîlk, di destekê wê de gopal heye û bi hîcaba spî bi serfirazî li ser lingan disekine, wêneyê dayîkeke Kurd e.”

‘Dê berxwedana me bidome’

Tulay Hatîmogullari bal kişand ser tayînkirina qeyûm a Şaredariya Colemêrgê û got: “Di serdema darbeyên leşkerî de jî qeyûm nehatin tayînkirin. Ev darbeye ji darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê jî xerabtir e. Vaye ji we re wêneyeke ku dê 100 salan neyê jibîrkirin. Belgeya weke qeyûm tayînkirina waliyê Colemêrgê ya li Şaredariya Colemêrgê. Bi hêza leşkerî ev yek kirin û ev jî wêneyê wê ye. Em ê vî wêneyî tu caran ji bîr nekin. Heta ku qeyûm paşve tê kişandin û Viyan Tekçe weke şaredar serokwekîl tê tayînkirin jî dê berxwedana me bidome.

‘Yek ji welatên herî zêde rojnameger lê girtî Tirkiye ye’

Wêneyeke din jî heye ku taybetiya hevpar a darbeyan e. Weke ku hûn jî dizanin di dema darbeyan de ji ewil êrişî çapemeniyê dikin. Ji ber ku naxwazin qirêjî, otorîterbûn, faşîzm û binpêkirinên mafên mirovan bên dîtin. Jixwe di mijara rojnamegerên girtî de Tirkiye di rêzên ewil de cih digire. Yek ji welatên herî zêde rojnameger lê girtî Tirkiye ye. Di demên darbeyê de ev yek bêhtir kir. Medyaya xwe bi destê komên sermayeyê pir xurt kirin. Medya her tim di tekela burjuvaziyê de bû lê bi serdema AKP’ê re bêhtir kete tekela wan. Binêrin, bi rêya KHK’an bi giştî 204 saziyên medyayê, 6 ajansên nûçeyan, 70 rojname, 20 kovar, 41 radyo, 38 TV, 29 weşanxane û şîrketên belavkirinê hatin girtin. Bi sedsan qertên çapemeniyê jî hatin betalkirin û rojnameger hatin girtin.

Wêneyê dawî yê di destê min de û darbeya piştre dest guherandî. Manşeta Rojnameya Ozgur Gundemê ya di 19’ê Tîrmeha 2016’an de hatiye girtin. Dibêje; ‘Darbeyê dest guherand’ û li jêr didomîne; ‘Qesrê û AKP’ê hewldana darbeyê weke firsend dît û darbeya xwe dike. Çeteyên li kolanan belav kirî hêzên demokratîk hedef digirin.’ Tam jî wisa dibe. Ozgur Gundemê her tiştên qewimîn tenê di hevokekê de pir bi zelalî vegotiye. Ev wêneye di wijdana gel de cih girtine û hafizeyek ava kirine.

‘Lingê darbeyê yê siyasî li ku ye?’

AKP qet qala lingê siyasî yê darbeyê nake. Lê divê civaka Tirkiyeyê lingê siyasî yê darbeyê pir cidî nîqaş bike. Dadger û dozgerên darbeyê hene. Zavayê wî heye, çayvanê wî heye lê lingê siyasî tune ye. Ji bo dîtina faîlê esasî yê darbeyê, HDP’ê û niha jî DEM Partiyê bi dehan caran pêşnûme dan meclisê ku komîsyona lêkolînê were avakirin. Di dawiya dawî de komîsyona lêkolînê hate avakirin. Tişta ku em ê niha bibêjin ewqas girîng e ku divê îktîdar tavilê îstîfa bike. Ji ber ku belge dizîn.

‘Em ji bo ked û edaletê têdikoşin û dê têbikoşin’

Em ji kevneşopiya berxwedanê tên û dê bi ser kevin. Em bi hêvî têdikoşin. Îktîdara AKP-MHP’ê darbeya leşkerî û sivîl a herî qirêjî li milên xwe bar kirin û bûn kesên wê birêve dibin. Piştî darbeya OHAL’ê ya 20’ê Tîrmehê, mixabin muxalefetê guherîna rejîmê tenê temaşe kir. Em ne bûn parçeyeke darbeyê ne jî ya darbekaran. Me piştperdeya darbeyê derxist holê û bi eşkereyî ji gel re vegot. Me red kir ku bibin fîguraneke ruhê Yenîkapiyê. Me li cem gel cih girt. Em çima van dibêjin? Ji bo ku muxalefet li Yenîkapiyê rê li ber sazûmanbûna rejîma nû vekir û divê bi xwe re hevrû bibe.

Tu feydeya rejîma dijminatiyê li gel dike û muxalefeta qala restorekirinê dike dê ji bo gel tune be. Lewma em dibêjin çareserî Rêya Sêyemîn e. Rêwiyên Rêya Sêyemîn jî DEM Partî ye. Em dikarin reheta wan xera bikin. Ji ber ku piranî em in. Em ji bo ked û edaletê têdikoşin û dê têbikoşin. Têkoşîna me ji bo wê ye ku 85 milyon hemwelatiyên me li vî welatî wekhev û azad bijîn.”

Bertek nîşanî mûçeyê teqawidan da

Tulay Hatîmogullari herî dawî jî bertek nîşanî biryara hikûmetê ya ji bo mûçeyê herî kêm ê teqawidan da. Hatîmogûllari, bi bîr xist ku Serokê Koma AKP’ê Abdullah Guler mûçeyê herî kêm ê teqawidan weke 12 hezar û 500 lîre ragihandiye û wiha bertek nîşan da: “Qesr, di her 15 saniyeyan de mûçeyê teqawidekî xerc dike.”