Tulay Hatîmogullari: Em li kêleka têkoşîna bi rûmet ya gelê Îranê ne

Di derbarê xwepêşandanên li Îranê de, Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari daxuyaniyek da û got, "Em bang li hikûmeta Îranê dikin ku guh bide daxwazên gel ên ji bo refah, wekhevî û edaletê û tavilê rêyên demokratîk ji bo çareseriyan veke."

Navenda Nûçeyan – Li Îranê, zext û şîdeta hêzên rejîmê li dijî xwepêşandanên ji ber krîza aborî têne lidarxistin berdewam dike. Hevseroka Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari têkildarî xwepeşandanên gel ên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê û êrişên rejîma Îranê li dijî gel li ser hesabên xwe yên Xê daxuyanî dan û post parve kir.

Tulay Hatîmogullari di daxuyaniya xwe de anî ziman ku gelên Îranê yên li dijî krîza aborî derdikeve kolanan bi êrişên giran re rû bi rû man e û wiha got: “Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, di xwepêşandanan de herî kêm 19 kesan jiyana xwe ji dest dane û bi sedan kes jî birîndar bûn e. Her wiha kesên birîndar bûne jî tên binçavkririn. Binçavkirina birîndaran û kiryarên tên kirin nemirovaneyî ye. Em êrişên ku li seranserê Îranê, bi taybetî li bajarên Kurdan bûne sedema windakirina jiyan mirovan, şermezar dikin.

‘Em li kêleka têkoşîna bi rûmet û rewa ya gelê Îranê ne’

Weke DEM Partî, em bang li hikûmeta Îranê dikin ku dev ji israra xwe ya desthilatê ku zext û tundûtûjiyê dike berde, guh bide daxwazên gel ên ji bo aramî, wekhevî û edaletê û tavilê rêyên demokratîk ji bo çareseriyê veke. Em dibînin ku hêzên Emperyalîst ji nû ve Rojhilata Navîn û Efrîkayê dîzayn dikin û ji bo vê jî ferman hatiye dayîn. Rêya yekem a li dijî vê yekê ew e ku her welatekî herêmê, bi taybetî Îran, rêzê li îradeya gel a azad bigire; qadên azadiyê berfireh bike û sîstemek demokratîk ava bike. Banga me ji Îranê re ew e ku di vî warî de gavan biavêje. Em li kêleka têkoşîna bi rûmet û rewa ya gelê Îranê ne.”