Li dijî qedexeyên Talîban perwerdeyên serhêl ji bo jinan dibe hêvî
Piştî ku Talîban perwerdeya zanîngehê li xwendekarên keç qedexe kir, zanîngehên serhêl ji bo jinên Efganistanê bû rêya alternatîf a domandina perwerdê.
BAHARÎN LEHÎB
Tahhar – Piştî Talîban dest danî ser desthilatê û biyara qedexeya perwerdeya zanîngehê ji bo xwendekarên keç, bi hezaran xwendekarên keç ku bi salan ji bo hedefên perwerdeya bilind ked dane, di kêliyekê de ji hemû xeyalên xwe yên perwerdê bê par man. Ev biryar ne tenê pêvajoya pêşketina zanîstî ya welat sekinand, di heman demê de jin dûrî civakê xistin û ew ji beşdariya aktiv a civakê bê par hiştin.
Di nava van şertan de, valetiya ku bi girtina zanîngehan ava bû, pêwîstiya ku modela alternatîf a perwerdê ku kêmek jî be vê valetiyê dagre hê zêdetir hate hîskirin. Yek ji van alternatîfan, avakirina zanîngehên serhêl taybet ji bo jinan bû. Ev pergal ji bo jinên ciwan ên Efganistanê bû çavkaniya hêviyê. Zanîngehên serhêl ji bo jinan, wek hewldanek girîng ku hedef dike di demek ku deriyên zanîngehan hatin girtin de perwerdeyên xwe bidomînin derket pêş. Ev modela perwerdeyê, derfeta domandina perwerdeyê di mal de dide jinan û wan ji tenêbûn û bêhêvitiyê rizgar dike.
‘Dersên serhêl bû pencereyek a hêviyê’
Girîngiya van cûrên zanîngehan, tenê bi dayîna agahiyan sînordar nabe, di heman demê de di baweriya jinan, nasnameya akademîk û di parastina hêviyê de rolak jiyanî dilîze. Di qadek ku Talîbanê dengê jinan ‘mahrem’ bi navkir û xebatên jinan di raya giştî de, mêran wek ‘berevajîkar’ dibîne de, dersên serhêl, veşartî û di nava malê de di civaka Efgan de wek pencereyek a hêviyê û awayê berxwedanê tê nirxandin.
Divê çarçoveyê de, me li gel xwendekara zanîngeha mijara xeberê Taravat Sirat re hevdîtin kir. Taravat Sirat, sedemê tercîhkirina zanîngeha jinan a serhêl wiha anî ziman:
“Sedemê hilbijartina zanîngeha serhêl ji bo jinan, li gelemperî Efganistanê di qada akademîk û xizmetê de bi awayek gelek baş perwerdeya serhêl dide xwendekaran. Wek akademîk xwedî pergalek cidî bû. Mamostayên pispor, hebûna lîdertiyek bi hêz û kadroya rêveber ez bandor kirim. Ji ber vê yekê ez çûm zanîngehê û min biryar da di beşa ragihandinê de perwerde bibînim. Ev zanîngeh, di asta zanîgehên li Kabulê deye û dersên bi kalîte û xizmetê pêşkêş dike.”
‘Metodên cûda tên bikaranîn’
Taravat Sirat, têkildarî rêbazên perwerdeya zanîngehê ev tişt got: “Rêbaza perwerdê, li gorî metodên cûda yên mamostayan tê guhertin. Lê belê bi giştî, ders li ser Google Meet tên dayîn. Bernameyek rêk û pêk a dersê heye û ji aliyê rêveberiya her fakulteyê ve digihînin xwendekaran. Xwendekar li gorî çarçoveya qûralên ku fakulteyê daniye di demê xwe de beşdarî dersan dibin. Em têkiliya di navbera xwe de li ser hinek bernameyan pêktînin.”
Taravat Sirat da zanîn ku ji perwerdeyê kêfxweşe û wiha domand: “Di şertên heye de, li Kabul û wîlayetên din, tevî ku qedexeyên zêde ku jin rastî tên, em bi saya vê zanîngehê, bi asan dikarin xwe bigihînin fakulteyê. Em ji mamostayên di zanîngehên pêşketî yên dinyayê de perwere dîtin û ders dane fêr dibin. Em ji ceribandinên wan sûd digrin. Di fakulteya meya ragihandinê de, hinek mamosta di heman demê de di medyayê de bi awayek aktîv di xebitin û dersê didin me.”
‘Xwe û fikrên xwe sînordar nekin’
Taravat Sirat diyar kir ku ev du sale divê zanîngehê de perwerde dibîne û niha di pêvajoya qonaxa pêşketinê deye. Travat Sirat ev peyam da jin û zarokên keçên ji perwerdê bê par mane û got: “Peyama min a ji bo jinên ji perwerdeyê bê par mane eve, hemû kesên ji siyasetê cûda dikarin bi serbixin. Bila ti otorîter ji bo gihana hedefên we nebin asteng. Heta hêza we têrê bikin hewldan bikin. Weke mezinan gotî, ger daxwaz hebe, serkeftin jî heye. Xwe û fikrê xwe sînordar nekin, xwe di girtîgehê de negrin.”
Di encamê de, ji bo jinan avakirina zanîngehên serhêl, wek bersiva li dijî girtina zanîngehan û sembola berxwedana jinan a li dijî dûrxistina jinan a ji perwerdeyê ye. Ev hewldan nîşan dide ku tevî hemû zext û sînordarkirinan, wê daxwaza fêrbûnê neyê tepesandin û jinên Efganê ji bo parastina mafê xwe yê perwerdê û avakirina pêşeroja xwe wê rêyan bibinin.