Tora Jinên Sûdanê: Di sala çaremîn a şer de divê jin di pêvajoya aştiyê de cih bigirin

Tora Jinên Sûdanê banga baştirkirina rewşa jinan û tevlîkirina wan di pêvajoya siyasî û însiyatîfên aştiyê de kir. Torê tekez kir ku berdewamiya pevçûnê li Kordofana Başûr û Çiyayên Nuba êşên mirovî girantir kiriye.

Sûdan – Tora Jinên Sûdanê duh gotarek weşand û daxwaza baştirkirina şert û mercên jinan û tevlêbûna wan di pêvajoyên siyasî û aştiyê de kir. Gotara bi sernavê "Jin di Sala Çaremîn a Şer de: Di Navbera Barê Êşê û Rêyên Berxwedanê de li Çiyayên Kordofan/Nuba Başûr" li ser platforma torê hate weşandin.

Gotar bi nirxandina rewşa giştî ya li Sûdanê dest pê kir, bi bal kişandina ser herêma Çiyayên Kordofan/Nuba, aliyên mirovî, siyasî û aborî, her wiha binpêkirinên ku jin di nav pevçûnên berdewam de pê re rûbirû dimînin, hatin nirxandin.

Mijarên ku di gotarê de hatine nîqaş kirin

Gotarê li ser sê mijarên sereke nîqaş kir: rewşa mirovî, siyasî û aborî; kokên şerê li herêmê û rastiya mirovî ya heyî; zehmetiyên ku xebata mirovî pê re rûbirû ye û potansiyela agirbestek serketî wek rêyek ji bo sivikkirina êşa sivîlan. Konferansa Berlînê her wiha serpêhatiyên rasterast û şahidiyên tomarkirî yên jinên ku ji pevçûnê rizgar bûne, pêşkêş kir.

Pêşniyarên hatine kirin

Ev nivîs bi çend pêşniyaran bi dawî bû, ya herî girîng jî bangek ji bo civaka herêmî û navneteweyî bû ku zextê li ser aliyên şer bikin da ku li ser agirbestek mirovî ya tavilê û bê şert û merc li hev bikin, rê li ber agirbestek daîmî û destpêkirina pêvajoyek siyasî veke, ku sedemên bingehîn ên krîza Sûdanê çareser bike. Ev yek bi taybetî girîng e ji ber rewşa trajîk a li Kordofana Başûr/Çiyayên Nuba, ku gihîştiye xala birçîbûnê.

Armanca gotarê ku balê bikşîne ser pirsgirêk û zehmetiyên jinan

Her wiha armanc ew bû ku rewşa jinan li Kordofana Başûr û Çiyayên Nuba di sala 4'emîn a pevçûna berdewam de û encamên mirovî, siyasî, aborî û civakî yên ji vê yekê derdikevin, ronî bike. Her wiha pirsgirêkên ku jin li herêmên pevçûnê pê re rûbirû dimînin analîz kir û rola wan di berxwedan û bersiva civakê de tekez kir.

Divê jin di pêvajoya aştiyê de cih bigre

Di pêşkêşiyê de rewşa mirovî ya li Kordofana Başûr, zehmetiyên ku li pêşiya xebata mirovî ne û perspektîfên agirbestek serketî hatin nirxandin. Her wiha dengê jinên rizgarbûyî hatin belgekirin û girîngiya ezmûnên wan ji bo avakirina aştiyê û bidestxistina edaletê hatin destnîşankirin. Pêşniyarên pratîkî ji bo zêdekirina beşdariya jinan, baştirkirina bersiva mirovî û piştgirîkirina însiyatîfên jinan hatin pêşkêşkirin.

Rewşa mirovî lo Kordofana Başûr gelek xirab e

Rewşa mirovî ya li Kordofana Başûr ji ber pevçûnên berdewam, dorpêçkirin, hilweşîna xizmetên bingehîn û gihîştina mirovî ya sînorkirî di nav xirabtirîn rewşa Sûdanê de ye. Dewlet şahidiya pevçûnên berdewam kiriye ku bi sed hezaran sivîl koçber kirine, bi taybetî êşa jin û zarokan girantir kiriye.