TJA: Em ê rê nêdin bi aqilê mêr êrîşî jinan bikin

TJA diyar kir ku di serî de hevseroka giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan ew ê rê nedin bi aqil û zimanê mêr êrişî jinan bikin û got: “Em bang li hemû jinan dikin ku têkoşîna azadiyê bilind bikin.”

Navenda Nûçeyan- Tevgera Jinên Azad (TJA) derbarê êrîşên di medya dijîtal de li ser hevseroka giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan hatî destpêkirin daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de destnîşankirin ku ew ê weke Tevgera Jinên Kurd li dijÎ êrîşên sîstema mêrsalariyê, zimanê wê yê mêr û gotinê wê, di çarçoveya felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ de têkoşînek bê hempa bimeşînin û got: “Em ê vê têkoşînê berdewam bikin.”

‘Parastina mafan di berpirsyartiya me jinan de ye’

Di daxuyaniyê de hate bi bîrxistin ku li dijî aqlê mêr yê zayenperest, nijaderest, cihêkarî, nêzîkatiyên nefret û pêkanînên ku jiyanê li jinan bike zindan têkoşîna ku didin meşandin û wiha hat gotin: “Parastina jiyana ku bi têkoşînê ahtiye hûnandin û mafên ku bi hezaran bedalan hatine bidestxistin berpirsiyartiya me jinan e.”

 ‘Êrîş bi awayekî zanebûn tê organîzekirin’

Di daxuyaniyê de het destnîşankirin ku bi sîstema havserokatî ya tevgera jina Kurd di qada siyaseta demokratîk de ji bo hemû jinan rêyek nû vekiriye û wiha hate gotin:

“Li dijî qilê mêr ê yê dixwaze yekîtî û yekbûna me parçe bike, têkoşîna jinê her carê bi jiyankirina vê yekê ku bi felsefeya têkoşîna jinê ya dide jiyîn, mezin dike, rêxistin dike û dibe îrade bersîv danê tû rêyên çareseriyê nîne. Her carê me ev tişt jiyan kirin û ceribandin heta ku em hatin vê rojê. Weke tê zanîn piştî hilbijartinê li ser medyaya dijîtal hema bêje heta asta linçe em rastî êrîşan hatin. Ev êrîşên ku bi awayek hişmend tê oragnîzekirin, ji çi re xizmetê dike û armanc çi ye helbet em dizanin. Hevalên me ên bi kedek mezin têkoşînê didin meşandin, ji bo di vê pêvajoyê de em bihêztir derbikevin wê rexne û pêşniyar hebin.  Lê belê rêbaza vê ne li ser medyaya dijîtal bi zimanek tehrîk û uslubek nexweş be. Divê mekanizmeyek ya rexnekirin û rexnedayînê bi ziman û nêzkatiyek ku pêvajoyê rêve bibe were pêşxistin.”

 ‘Nîqaşên li ser medyaya dîjîtal wê nebin rêbazê me’

Di daxuyaniyê de bal lê hat kişandin ku nîqaşên bi zanebûn an bê zanebûn tê kirin di serî de li dijî têkoşîna azadiya jinê û nirxan e û wiha hat gotin: “Bê guman divê aliyên nebes ên siyasetê  bê nîqaşkirin. Lê ev nîqaşên ku li ser platformên medyaya dîjîtal tê meşandin ne rêbazê me û çanda me ya rêxistinî ye û wê nebe jî. Ev rêbaz bê zanebûn ji polîtîkayên şerê taybet re dibe bingeh û bixwaze nexwaze ji rexneyê derbas dike û vediguhere rewşa teşhîrkirin û êrişa li dijî jinên ku di qada siyasetê de têdikoşin û kedê didin.”

‘Em ê rê nedin ku bi ziman û aqilê mêr êriş bê kirin’

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ewê mîna her tim îro jî li gel wan jinan bin ku bi salan e di têkoşîna Tevgera Jinên Kurd de bi awayekê çalak ked dane, di hemu desrfetên zehmet de bê ku bikevin nav dûdiliyan li refên pêşîn ê têkoşînê de cih girtine. Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hat gotin:

“Em bi biryardarî tînin ser ziman ku di serî de rêhevala me Pervîn Buldan a di derfetên zehmet de di qada siyaset û mafê jinan de meşiyane, pêşengiyê kiriye û ked daye, em ê destûr nedin ku li hemberî jinên ku di têkoşînê de bê şert û bê eman meşiyane bi aqil û zimanê mêr êriş bê kirin, li hemebrî vê zimanê mêr emê mîna timî îro jî bi awayekê bihêz têbikoşin. Û li ser vê bingehê bang li hemu jinan dikin ku têkoşîna azadiya jinê bilind bikin. Jin Jiyan Azadî!”