TJA: Bi hêza ku me ji wan girtiye em ê xwe bi rêxistin bikin
TJA’yê der barê 6 siyasetmedarên jin ên Kurd ên hatin qetilkirin de daxuyaniyek da, wiha got, “Di şexsê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar de em têdikoşin û em hemû hevalên xwe yên jin ên jiyana xwe ji dest dane wekî kevirê mîhengê yê dîrokê dibînin. Em ê bi hêz û baweriya ku ji têkoşîna wan digrin, xwe bi rêxistin bikin û sedsala 21'emîn bikin sedsala azadiya jinan."

Navenda nûçeyan – Tevgera Jinên Azad (TJA), ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirin û ji bo Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar ên di 4'ê Çileya 2016'an de li Silopiyê hatin qetilkirin, daxuyaniya nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Em pêşengên têkoşîna jinên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez di 9’emîn salvegera qetilkirina wan de bi bawerî û minetdariya têkoşîna wan a bênavber a azadiya jinan bi bîr tînin. Bi hewldana avakirina rêhavltiyek li gorî têkoşîne, bi rêxistinbûna gelan û jinan re bi destxistina azadiyê wê bibe bersiva wan a li hemberî qetliamê. Pergala serdest a mêr, ji destpêka dîrokê ve şerê taybet û bi polîtîkayên xwe yên wiha li dijî jinan, nirxên jinan û civaka ku li derdora jinan bi pêş ketiye, dimeşîne.”
“Rûxme ku 9 sal ser derbas bûye jî nehatiye ronîkirin”
“Di 9'ê Çileya 2013'an de bi hevkariya netew dewletan, bi hêzên îstîxbaratê yên navneteweyî re û bi kişandina tetîkê ya MÎT'ê êrîşa li ser jinên siyasetmedar wekî perçeyekî şerê taybet ketiye meriyetê. Bi vê komkujiyê têkoşîna jinan, pêşengiya jinan, dîplomasî, ciwan hedef hatine girtin û tevî ku di ser de 9 sal derbas bûne jî hê ronî nebûye. Komkujiya ku piştî hevdîtinên muzakereyê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê jiyana hevpar a di çarçoveya gelên demokratîk a li dijî şer de diparêze û hevdîtina parêzera wî Ayla Akat Ata û Ahmet Turk a di 3'yê Çileya 2013'an de pêk hat di heman demê de li dijî hewldana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo aştî û demokrasiya gelan e. Bêyî ku darizandineke adîlane pêk bê Omer Guney bi awayekî bi guman mir. Ev jî tê wateya girtina ser komkujiyê.”
“Hiqûq û edalet tune hat hesibandin”
“Dive qetilkirina siyasetmedarên jin Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar ên di 4'ê Çileya 2016'an de li Silopiyê bi heman mekanîzmayên mêtingeriyê hatin qetilkirin jî weke berdewamiya nêzîkatiyên desthilatdariyê yên li hemberî jinên ji bo azadiya xwe li ber xwe didin, bê nirxandin. Divê her jinek, Kurdek û pêkhateyên demokrasiyê; li ser pêvajoya 2016’an ya li Kurdistanê di bin navê nîşandana ‘hêza dewletê’ de bi hezaran sîvîl, jin û zarok hatin qetilkirin, hiqûq û edalet hat tunehesibandin baş bifikire û li gorî vê bikeve nava tevgerê.”
“Em ê sedsala 21'emîn bikin sedsala azadiya jinan”
“Heta desthilatdariya mêr a ku rê li ber siyasetê li ber jinan digre, hewl dide yekitiya di navbera nasnameya Kurd û nasnameya jinan de bişkîne, dixwaze li gorî xwe Kurd û jinan ava bike. Wekî TJA'yê li dijî dîroka mêr a li ser me tê ferzkirin em ê dîroka azadî û serhildanê ya jinan esas bigrin û wateya dîroka xwe ji siberojê re ragihînin. Di şexsê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar de em têdikoşin û hemû hevalên xwe yên jin ên jiyana xwe ji dest dane wekî kevirê mîhengê yê dîrokê dibînin. Em ê bi hêz û baweriya ku em ji têkoşîna wan digrin, xwe bi rêxistin bikin û sedsala 21'emîn bikin sedsala azadiya jinan.”