Navenda Nûçeyan - Community Peacemaker Teams (Tîmên Înşaya Aştiya Civakî) der barê sivîlên ku di êrîşên dewleta Tirk ên di navbera 1'ê Çile-17'ê Cotmeha 2023'an de li Herêma Federal a Kurdistanê hatine qetilkirin û birîndarkirin, daxuyaniyek da.
'10 sivîl hatin qetilkirin'
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di êrîşên hewayî yên dewleta Tirk ên li dijî Herêma Federal a Kurdistanê di navbera 1’ê Çile û 17’ê Cotmehê de 10 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û 12 kes jî birîndar bûne. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di êrîşên hewayî yên bi Balafirên Bêmirov ên Çekdar (ÎHA) de 6 kes mirin, di êrîşên hewayî yên balafirên şer de 3 kes jiyana xwe ji dest dan û di encama teqîna mayînekê nêzî baregeheke leşkerî ya dewleta Tirk de 1 kes jiyana xwe ji dest da.
'12 kes birîdar bûn'
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di encama gulebarana rasterast a leşkerên Tirk de 2 kes, di êrîşa hewayî de 9 kes û di encama teqîna mayinekê de 1 kes birîndar bûne û wiha hat gotin, “2 kes dema pez diçêrandin, 5 kes dema di wesayîtekê de bûn, 3 kes li Mexmûrê, 1 kes dema li mala xwe bû û kesek jî dema ku behîv berhev dikir di encama êrişên Tirkiyeyê de birîndar bûn."




