Xwendevanên Afganistanê ji ber nebûna pirtûkan zehmetiyan dijîn
Li paytexta parêzgeha Badxîs ya Bakûr Rojavayê Afganistanê, ev nêzî çar mehane li ser sala nû ya xwendinê re derbas bûne, lê heta niha xwendevanên dibîstanan pirtukên xwedninê negirtine û eve jî bandorek nerênî li ser qonaxa xwendinê dike.
Nevenda Nuçeyan- Li Afganistanê qonaxa xwendinê bi awayek giştî roxaye, di nava van çend mehên dawî de gelek xwendevanên keç ji aliyê hêzên Telîban ve ji xwendinê bê par mane. Li dibistanê di derbarê qonaxa xwendinê de pirs ji xwendevanên wê herêmê kirin û xwendevanên pola 9’an jî dan diyarkirin ku ev 4 mehe li ser destpêkirina sala nû ya xwendinê re derbas bûne û heta niha tu pirtuk nîn in û nebûna pirtukên xwendinê pirsgirêkeke mezine ji bo zarokên dibîstanan.
Xwendevanek din ya pola 10 Necîbûla ku ew jî rastî kêmbûna pirtuka xwendinê hatiye wiha got: “Divê hikumet di demek nêz de pirtukên xwendinê bighînin xwendevanan. Ez di wê hêviyê deme ku pirsgirêk ji aliyê berpirsên peywendîdar ve were çareserkirin."
Mamostaya Bedxîs Nsar Ehmed Ekbarî diyar kir ku divê hikumet gavan ji bo çareserikirina pirgirêkên xwendevanan bavêjin û wiha got: "Bê guman nebûna pirtûkên xwendinê bandoreke nerênî li ser sîstema perwerdê dike, bi taybet li herêmên ku gelek malbat hêviyên xwe ji dest dane, xwendevan hemû hêviyên xwe ji dest didin û ji bo perwerdeyê koçber dibin."