Tevgera Dayikên Iranê hilbijartinê boykot dike
Tevgera Dayikên Îranê ku bi salan e ji bo hesabê zarokên xwe yên li Îranê ji hêla dewletê ve hatin qetilkirin têdikoşe, bi daxuyaniya çapemeniyê ragihand ku ew ê beşdarî hilbijartinên li welat pêk bên nebin.

Navenda Nûçeyan- "Tevgera Dayikên Îranê", ji bo hesabpirsîna zarokên ku di dîrokên cuda de li Îranê ji hêla dewletê ve hatin qetilkirin û ji bo bicihanîna edaletê bi daxuyaniya çapemeniyê ragihand ku ew ê hilbijartinên li Îranê pêk werin boykot bikin û deng nedin. Di daxuyaniya çapeminiyê de, ji derveyî gelek jinan, jinên îmzekar ên bi navên Farideh Moghadam, Fatemeh Bonkdar, Shahla Entesari, Akram Osanloo, Thelma Avansian, Nahid Shirbisheh û Mehrangiz Kar ji cih digirt
"Hêviya me ji hilbijartinan tune ye"
Dayikan diyar kirin ku hilbijartin azad û bi edalet nîn in û got in ku ew gelek caran li kolanan bûn bi hêviya ku li Îranê derî li guherînek gengaz vebe lê hêviya wan ji hilbijartinan tune ye. Dayikan gotin, “Derî her dem dikarin ji bo hêviyê werin vekirin. Ê me jî ji ber ku hêviya me heye em bi hev re ne lê hêviya me tune ye ku hilbijartinên pêk werin demokratîk bin."
"Hesabê zarokên me nehat dayîn"
Dayikan diyar kirin ku di hilbijartinan de deng hatine dizîn û wiha gotin; "Tu hêviya me ji hilbijartinên li vî welatê ku xwîna paqij a zarokên me tê rijandin tune ye. Ji ber ku em hê jî bi rejîmek re rû bi rû ne ku hesabê zarokên me nedaye. Îrana ku nikare krîza vîrusa koronayê jî îdare bike, çawa bikaribe hilbijartina baş bike? Em wekî dayikên ku zarokên xwe winda kirin, naxwazin zarokên din bimirin, wan sozên ku dan me bi cih neanîn. Em bi sebir li bendê man lê em her gav bi karesatê re rû bi rû man.”
"Heya hilbijartinên azad û bi edalet pêk neyên em dengê xwe nadin"
Dayikan destnîşan kir ku wan hikûmet protesto kiriye û dê vê yekê jî bidomînin û bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kirin, “Em bawer nakin ku pêvajoyek wisa hilbijartinê bibe sedema guhertinek erênî. Ev avahiya otorîter dê bi makezagona xwe ya heyî re tu carî baştir nebe û xerabtir jî bibe. Em ê tu carî nebin namzed û piştgirî nedin namzetên heyî heya ku hilbijartinên azad û biedelet pêk neyên. ”