Tevgera Şemiya Mor banga zextê li ser Talîbanê dike

Tevgera Şemiya Mor, di salvegera desteserkirina Talîbanê de daxuyaniyek weşand û got: "Em bang li civaka navneteweyî dikin ku ji bo misogerkirina mafên jinan, edalet û azadiya wan, zextek xurttir li ser Talîbanê bikin."

Navenda Nûçeyan – Çar sal derbas bûn ji dema ku Talîbanê di 15ê Tebaxa 2021’an de rêveberiya Efganistanê ji nû ve desteser kir. Tevgera Şemiya Mor li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal daxuyaniyek vîdyoyî derbarê zextên rejîma Talîbanê ya li ser jinan de weşand. 

Di daxuyaniyê de, ku hate destnîşankirin ku hikûmeta Talîbanê di çar salên borî de bi sedan jin li kolanan û heta li malên wan bi tundî girtine, hate gotin, "Bi dehan jin ji ber krîza Talîbanê rastî îşkenceyê, îstismara cinsî hatine û bi kûrahî bandor li wan hatiye kirin. Ji ber vê yekê, em daxwaza çavdêriya nêzîk a deverên ku ji hêla servîsên îstîxbarata Talîbanê ve têne kontrol kirin dikin."

Bang: Zextê li Talîbanê bikin

Daxuyaniyê wiha domand: "Talîbanê heta mafên jinên Efganî jî ji dest wan standine. Tenê di hefteya dawî de, bi dehan jinên ku beşdarî xwepêşandanan bûne, nemaze di dema xwepêşandanên kolanan de, rastî îstismara cinsî hatine û hatine girtin. Di encamê de, piraniya jinan neçar mane ku bi dizî, bi awayekî takekesî an jî di komên piçûk de li cihên taybet xwepêşandanan bikin. Em daxwaz dikin ku mafê xwepêşandanê yê jinên Efganî were naskirin. Em bang li civaka navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan û çalakvanan dikin ku ji bo misogerkirina maf, edalet û azadiya jinan, zextek xurttir û zêdetir li ser Talîbanê bikin."