Terora berfireh a binçavkirin û girtinê destpê kir

Hêzên rejîma Îranê ku di çalakiyên şermezarkirina qetilkirina Jîna Emînî de li dijî welatiyan tundî bikar tîne, dest bi binçavkirin û girtinê kir.

Navenda Nûçeyan – Doza êrîşên li ser çalakiyên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê yên ji bo şermezarkirina di bin çavande bi îşkenceyê qetilkirina Jîna Emînî ku ji aliyê “polîsên exlaqê” yên girêdayî rejîma Îranê ve hat qetilkirin, zêde dibin.

Dema hewl dihat dayîn meş bên astengkirin û êrîşên li dijî xwepêşandanan gelek caran li ser ekranan hatin nîşandan, herî dawî jî agahiya binçavkirin û girtinan gihişt destê me. Hate diyarkirin ku aktîvîsta jîngehparêz Farhan Rafîee li Sinê hatiye girtin û heta niha nayê zanîn ka ew birine li ku derê. Hate hînbûn ku Ferhan Rafîee berê jî ji ber xebatên hawirdorê hatiye binçavkirin û girtin.

9 kes birîndar bûn

Di çalakiya duh a li Tehranê ya ji bo Jîna Emînî hat li dar xistin de 9 kes birîndar bûn û hat ragihandin ku hêj hejmara binçavkirinan nehate hînbûn. Hat ragihandin ku di çalakiyan de welatiyên bi navê Kamyar Heidarî (40) û Muhammed Zabihî (22) li ber Walîtiya Sakkarê hatin binçavkirin û girtin. Li bajarê Sinê jî çalakvan û çiyager Lotfollah Ehmede hat girtin. Zanyar Mohemednejad û Leyla Mîrghafarî yên hat ragihandin ku ji Sinê ne û li ber Nexweşxaneya Kasra ya ku Jîna Emînî lê jiyana xwe ji dest da hatin binçavkirin û bi kefaletê hatin berdan. Her wiha hat hînbûn ku ciwanekî ku li Karajê wêneya Jîna Emînî girtibû ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.