Têkoşîna Gulistan Tara û Hêro Bahadîn di panelekê de hat gotûbêjkirin

Di duyemîn salvegera şehîdên ragihandina azad Hêro Bahadîn û Gulistan Tara de, panelek hat lidarxistin. Di panelê de hat destnîşankirin ku divê rojnamevanên jin xwedî parêzbendî bin.

Silêmanî – Bi boneya duyemîn salvegera şehadeta rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn, panelek bi beşdariya malbat û hevkarên wan li Rêxistina Azadbûn a li bajarê Silêmaniyê, hat lidarxistin. Panel bi sernavê "Ji bo bîranîna şehîdên ragihandinê, em dibin dengê rastî û dadweriyê" hat lidarxistin.

Di panelê de panelîst rojnamevan Sinûr Rehman, rojnamevan û mamosteya zanîngehê Sara Qadir û parêzer Peyman Îzedîn amade bûn. Panelê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

'40 rojnamevan ji aliyê dagirkeran ve rastî êrîşan hatin'

Rojnamevan û hevkarê her du şehîdan, Sinûr Rahman got: "Hedefgirtina herdu rojnamevanan cureyê herî trajîk ê şehîdbûnê bû ku du sal berê qewimî. Di nava salên dawî de 40 rojnamevan ji aliyê dagirkeran ve bi awayekî fîzîkî hatine armancgirtin.

Rojnamevan û profesora zanîngehê, Sara Qadir wiha got: "Divê em di pratîkê de îsbat bikin ku jin di aliyê perwerde, tendirustî û hemû waran de dixebitin. Em xwedî gelek perwerdekarên jin in ku roleke girîng dilîzin. Divê malbat di pêşveçûna jinan de roleke girîng bilîzin. Divê jin xwe bi perwerdeyê çekdar bikin. Dema ku jinek dikeve qada rojnamegeriyê divê azad be, xwe parastî hîs bike, mafê wê yê xebatê hebe û di mercên ewle de karê xwe bike. Divê toreke me ya hevpar bi rojnamevanên jin re hebe."

'Di zagona rojnamevaniyê de behsa rojnamevanên jin nayê kirin'

Parêzer Payman Ezedîn jî wiha got: "Em dizanin kuştina jinan polîtîk e. Wek hevala me Nagîhan Akarsel. Ji ber vê, divê cezayên giran ji kujeran re were dayîn da ku pêşî li êrîşan were girtin."

'Dara azadiyê heta ku bi xwînê neyê avdan berhem nade'

Rojnamevan Sokar Heyder got: "Rola jinan di ragihandinê de berbiçav. Gelek caran jin ji bo ji karê xwe neyên dûrxistin, piştevaniya nêrîna mêrsalar di nav dezgehê de dikin. Ev jî dibe sedema zêdebûna pirsgirêkên jinan di nav dezgehên wan de."

Rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn li ser riya di navbera Seyîdsadiq û Silêmaniyê de bi êrîşeke drona dagirkeran di 23'ê Tebaxa 2024'an de, şehîd bûn.