Têkoşîna edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 457’emîn de ye

Malbata Şenyaşar a di roja 457’emîn de nobeta edaletê didomîne wiha got: “Desthilat li hemberî dayîka ku li ber edliyê nobeta edaletê digre, ezmûna xwe ya dîrokî dide.”

Riha – Nobeta ‘edaletê’ ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû didomîne, di roja xwe ya 457’emîn de ye. Malbat, di danê sibehê de ji Pirsûsê hate ber deriyê Edliyeya Rihayê û nobeta xwe li “Quncikê edaletê yê malbata Şenyaşar” berdewam kir. Di dema nobetê de welatî hatin serdana malbatê. Alaettîn Erden bû ku li Koln a Almanyayê dijî, serdana malbata Şenyaşar kir û got bingeha edaletê exlaq e. 

Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medya mecazî vê pêyamê parvekir: “Desthilat li hemberî dayîka ku li ber edliyê nobeta edaletê digre, ezmûna xwe ya dîrokî dide. Li vê derê neçar ku hilbijartinek bike. Tu kesê ku hatiye hilbijartin ên nehatine ber derê edliyê, nikarin ji gelê Rihayê bersivek bigrin.”