Talîban 74 seatan înternetê li ser 30 milyon kesan birî
Li Efganistanê Talîbanê înterneta welêt 74 saetan li ser 30 milyon kesan birî. Welatiyan got dibe ku armanc, kontrolkirina înterneta herkesî ye.

BAHARAN LEHÎB
Efganistan – Efganistan welatek e ku di çar salên desthilatdariya Talîbanê de, 30 mîlyon kesên li vî welatî dijîn mîna dîl tên girtin, her roj cureyên cuda yên îşkenceyên ruhî û derûnî dibînin. Her wiha êş û zehmetiyên nû û nişka ve li ser wan tên ciribandin. Li gel bêparkirina jinan a ji hemû mafên mirovî, kuştin, windabûn, hejarî, bêkarî û bi hezaran pirsgirêkên din, niha jî gel bi birîna înternetê re jî rûbirû ma. 74 saet, tu welatiyek nikaribû bi hezkiriyên xwe re têkilî deyne.
Tirsa ‘gelo dê çi bibe?’
Rawestandina firînên hewayî, girtina rêyên gumrukê, banka, ofîsên hikûmî, perwerdeya serhêl û heta têkiliya di navbera endamên malbatê de, li hundir û derveyî welat, bi kurtî hemû xizmetên mirovahî bi birîna înternetê û torên telekomunîkasyonê ketin rewşa bêdengiyê. Hemû di tirs û xemgîniyê de bûn, digotin gelo wê çi biqewime? Lê piştî 74 saetan, karê înternetê û torên civakî careke din destpê kir. Mîna ku gel dema ku Talîban çar sal berê bû desthilatî ket şokê, vê carê jî heman rewş dubare bû û gel careke din şok û tirsê jiya.
Çîn û Rûsya xwe neqayîl dikin
Çend roj berê Donald Trump ji hikûmeta Talîbanê re got: “Bingehên leşkerî yên Bagramê radestî me bikin.” Ev daxwaza Trump rastî neqayîlbûna Çîn û Rûsyayê hat. Ji ber ku ev herdu welat ev bi salan e ligel welatên cîran ên din Amerîka û NATO'yê xwedî rolek bûn. Bi taybetî ji sala 2001'an ve, bi dayîna pereyên mezin a ji rayedarên payebilind ên hikûmî re, kole û xulamên wan li Efganistanê hebûn û wekî kevirê çavê Amerîkayê li vî welatî bûn.
Jinên perwerdeya online didîtin nikarin perwerdê bidomînin
Divê bê gotin ku di vî şerê sar de, tenê gel û jinên Efganistanê bandor dibin. Vê carê jî bi birîna înternetê, ligel zirara aborî, herî zêde zirar gihîşt jinan. Hejmareke mezin ji jinan bi awayê serhêl di dibistan, zanîngeh û kursên cuda de perwerde dibînin. Hemû bi nebûna înternetê, di tirsê de bûn ku perwerdeya xwe winda bikin, hejmareke din ji jinan jî bi awayê serhêl kar dikin. Wan di van 74 saetan de, çavkaniya yekane ya dahatiyê û mijûlbûna rojane ya xwe winda kirin û hîn jî di şok û tirsê de ne. Her jineke Efgan xwedî çîrokên êşdar in. Di heman demê de, malbatên ku li derveyî Efganistanê dijîn, ji endamên malbat û hevalên xwe bê agahî man û hemû di rewşa nediyar de man.
Kabûl bû mîna bajarê mirî
Di nebûna înternetê û torên telekomunîkasyonê de, dema ku hûn diçûn bajarên mezin ên Efganistanê, we hîs dikir ku hûn ketine bajarê mirî. Hemû bêdeng û xemgîn bûn. Bazara Kabulê ku yek ji bajarên herî qelebalix ên Efganistanê ye, bû bajarê bêdeng ku tenê hejmareke kêm ji mirovan tê de dihat dîtin. Tenê dikanên xwarinê û navendên tenduristiyê vekirî bûn û cihên din hemû girtî bûn. Di medyayê de ji aliyê hikûmeta Talîbanê ve tu daxuyaniyek li ser birîna înternetê nehat dayîn. Lê gel û hejmareke medyayên hundirîn ên Efganistanê çîrokên cuda li ser wê pêşkêş kirin.
Tê gotin: “Bingeha leşkerî ya Bagramê di vê demê de radestî Amerîkayê hat kirin.”
Hejmareke şahidên di beşa îstîxbarata Talîbanê de dibêjin: “Ji bo kontrolkirina telefonên destan û sepanên din ên ku gel rojane bikar tînin bi taybetî WhatsApp, ev çalakî hate kirin da ku danûstandinên gel di bin çavdêriyê de bin.”
Jin jî dibêjin: “Armanca Talîbanê dijminatiya bi jinan re û pêşîgirtina li pêşketina civakê ye û ji ber vê yekê înternet û hemû torên telekomunîkasyonê girtin.”
Talîban înternetê wekî amûreke zext û kontrolê bikar tîne
Di encamê de birîna giştî ya înternetê li Efganistanê ne tenê zirareke mezin li aborî û têkiliyên civakî yên gel xist. Belê hêvî û pêşeroja jin û ciwanên ku ji bo perwerde û karê xwe pê ve girêdayî ne, hedef girt. Ev çalakî nîşan da ku Talîban înternetê wekî amûreke zext û kontrolê bikar tîne û qurbaniya sereke ya wê, wekî her carê, jin û gelê asayî yê Efganistanê ne; gelek ku bi salan e di lîstikên siyasî û berjewendiyên hêzên cîhanî de, tenê winda kiriye û bêdeng maye.