Talîban ji hemwelatiyên Belxabê dixwaze ku ji 10 jinan yekê radestî wan bikin!

Dîrok careke din xwe dubare dike. Zîhniyeta mêr a tundrew bi navê olê vê carê jî jinên li herêma Belxan a Afganistanê dike hedef. Talîban hewl dide jinên li herêmê ji bo xwe bike kole.

Navenda Nûçeyan- Piştî bidawîbûna nakokiyên li herêma Belxab a Afganistanê, Talîbanê daxwaz ji hemwelatiyan kir ku ji her 10 jinên ciwan yekê radestî Talîbanê bikin.

Li gorî çavkaniya xwecihî ya Afganistanê ragihand ku piraniya ew kesên ji bajarê Belxan koçber bûne li herêmên derdorê bi cih bûne û jinên ciwan ên ku nexwestine bikevin destên Talîbanê. Ji derveyî komkujiya hemwelatiyan û kuştina jin, zarok û mêrên bê çek, Talîban gefê li hemwelatiyên vê herêmê dixwe ku ji her 10 jinên ciwan yekê radestî wan bike. Mêrên di nava malbatê de hewl didin bi xwe li bajêr bimînin li jin ji bajar derdikevin ji bo rizgarkirina ji destdirêjî û firotinê yên ji aliyê Talîbanê ve.

Komên çekdar bi navê îslamê kirinên derexlaqî li dijî jinan dikin

Komên çekdar ku bi navê îslamê di van salên dawî de li welatên cuda hatine damezrandin, heman rêbazan li dijî jinan bi kar tînin. Afganistan, Iraq û Sûriye niha di rewşek wisa de ne. Jin, bi taybetî jinên ciwan dikin armanc û destdirêjiyê li wan dikin, dixwazin îradeya wan bişkînin. Ji ber destdanîna ser jinan, li ser keramet û şerefê ye, ev jî beşek ji çanda mêrsalarî ya bi hezaran salan e li vê herême ye.

Kiryarên li dijî jinan li Iraq Sûriye û Efganistanê bi heman rêbazan tên kirin

Ew jinên ciwan ku ji aliyê van hêzên hov û komên tundrew ve tên revandin, li bazaran weke kole di tên firotin yan jî li malên fermandarên wan weke xizmetkar kar dikin. Niha jî Talîbanê çav berdaye jinên Belxabê ku ji pêkhateyên bi navê ‘Hezare’ pêk tên. Talîban nakokiyên li vê herêmê weke derfetê ji xwe re dibîne û ew kevneşopiya mêrsalarî û jinkujiya ku bi hezaran salan e didome hewl dide zindî bike. Ji bo xwe zindî bike û wek çeteyên DAIŞ’ê bi hezaran kes û jinên ciwan ên Êzidî revandin û kirin kole û dixwazin carek din jinan bikin kole.

Dîrok careke din xwe dubare dike, bi taybetî welatên bi hêz ên cîhanê çavên xwe ji van kiryarên Talîbanê re digrin û hewl didin vê koma tundraw weke hikumetek fermî ya Talîbanê di komên navdewletî de cih bigrin û gelek welatên weke Îran, Tirkiye, Çîn û Rûsya dest bi bazarganiya bi Talîbanê re kirine.