TAJÊ: Rastî û tecrubeya Fermanê wê tu carî neyê jibîrkirin

TAJÊ li dijî gefên ku li ser Şengalê tê xwarin daxuyanî da û got ewê rastî û tecrubeya fermanê jibîr nekin û bang li hukmeta Iraqê kir ku helwesta xwe li beramberî Şengalê û civaka Êzidî biguhere û neyê lîstokên PDK û dijminatî bi civaka me re neke.

Şengal – Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), ji ber gef û biryarên ku hukumeta Iraq û PDK’ê li ser Şengalê dane û di heman demê de jî biryara wezareta koç û koçberan ya ku di t îrmeha sala 2025 de girtî daxûyaniyek da. Di daxuyaniyê de Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) bibîr xist ku ew ê tu carî armanc û rastiya fermana 2014  ji bîr nekin.

Daxûyanî ji aliyê berdevka TAJÊ Rîham Hico ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku armanca fermana ku di sala 2014 de pêk hatî ne tenê qirkirinek fîzîkî bû, dûrxistina civaka Êzîdî ji axa wê ya pîroz bû.

‘Armanca fermanê ne tenê qirqirin bû’

Di daxuyaniyê de hate gotin ku: “Di encama fermana 74 an a 3’ê Tebaxa 2014 an de li ser Şengalê, bi hezaran mirovên Êzidî hatin kuştin, bi hezaran keç, jin, zarok û mirovên Êzidî dîl ketin destê çeteyên DAIŞ ê. Bi sedhezaran bi zorê ji cih û warê xwe koçber bûn. Bêguman armanca fermanê ne tenê qirkirina fîzîkî bû, di heman demê de dûrxistina civaka Êzidî ji axa wê ya pîroz bû. Ev 11 salin miletê me yê koçber li başûrê kurdistanê li kampan di çadiran de jiyan dikin.”

‘Ev planên qirêj berdewamiya fermanê ne’

“Li ser Şengal û civaka Êzidî hîn jî lîstok û planên qirêj dewam dikin. Ev plan û lîstok berdewamiya fermanê ne. Biryara wezareta koç û koçberan, zêdekirina artêş,  sîlehên giran û di nava sivîlan de bicîh kirina wan, zextên hikumeta Iraqê yên li ser Şengalê hemû jî bi hedefa pêkanîna peymana 9 cotmehê ango fermana di bin navê qanûnê de ye. Mesrur Barzanî gef li  Şengalê xwar û ji hikumeta Iraqê xwest ku ji bo pêkanîne plana 9 cotmehê zextên xwe li ser Şengalê zêde bike. Armanca liv û tevgera artêşa Iraqê li Şengalê pêkanîne vê plana qirêje. Li şûna hûkmeta Iraqê, berpirsyariyên xwe yê mirovî û wijdanî li hember Şengalê  pêk bîne, malên milet yên hilweşiyayî ji nûda ava bike, pirojên kar çêbike û derfeta  vegerê ji bo koçberan ava bike. Biryara guhartina demografiya Şengalê dide.”

‘Biryara wezareta koç û koçberan xetere, em vê biryarê qebûl nakin’

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku: “Wezareta Koç û koçberan  di 20 Tebaxê de biryar derxist ku heya serê salê ger koçber venegerin ser cihê xwe, wê ji statûya koçberan derkevin û bibin nîştecîhên cihê lê koçber bûne û dosya koçberan ê were girtin. Herî dawî wazaretê got ku wê hemû kampan bikin yek. Em dixwazin bi bîr bixin; mada 140 a bi nakoka ku Şengal jî dikeve nav ,di navbera hukmeta Iraqê û hukmeta herêma kurdistanê de, di sala 2007 de xwestin bi referandûmê  pêk bînin lê nekarîn pêk bînin û heya roja îro ev made nehatiye çareser kirin. Her wiha hevpeymana 9 ê Cotmetê ku di navbera hukmeta Iraq û Herêma Kurdistanê de hatî îmze kirin jî nekarîn pêk bînin. Ev  biryara siyasî a wezareta koç û koçberan ji  mada 140 û hevpeymana 9 ê Cotmehê ne qut e. Em vê biryarê gelek metirsîdar dibînin. Ev biryarek li gor berjewediyên siyasî ye, nakeve berjewendiyên civaka me. Em qebûl nakin gelê me bibe qurbanê van siyasetên heyî. Lewra em  biryara wezareta koç û koçberan, xeteriyek mezin dibînin û qebûl nakin. Êzidiya ji koka wê qut kirin tê wateya berdewamiya fermanê. Ji milekî ve hukmeta Iraqê biryara efûya giştî derxist ku di encamê vê efûya gîştî de bi hezaran DAIŞ î ku destê wan di xwîna Êzidîyan de heye ji zîndanê Iraqê hatin berdan. Milekî jî biryara girtina kampan derxist. Ev rewşek gelek metîrsîdar e, li şûna ku hukmeta Iraqê çeteyên DAIŞ dadgeh bike serbest ber dide. Miletê me yê  koçber yê li kampan ji pêşerojek tarî re dihêle. Em balê dikşînin ser rastiyek girîng, ger Êzidî venegerin ser axa xwe yê li wir rastî êrîşekê werin wê çawa xwe biparêzên yan kîyê wan biparêze. Ji bo me civaka Êzidî, rastî û tecrûbeya fermana 2014 an tu carî wê neyê ji bîr kirin.”

Bang

Di dawiya daxuyaniyê de TAJÊ bang li hukmeta Iraqê kir ku dev ji  helwesta xwe ya li hember Şengalê û civaka êzîdî berde û bi civaka Êzîdî re dijminahiyê neke. Di daxuyaniyê de wiha hat  gotin; “Em tevgera azadiya jinên Êzidî bang li hukmeta Iraqê dikin ku helwesta xwe li beramberî Şengalê û civaka Êzidî biguhere û neyê lîstokên PDK û dijminatî bi civaka me re neke. Her wiha em  bang li miletê xwe yê koçber dikin bila vegerin ser ax û warê xwe bi vê awayê jî bersiv bidin van lîstokan. Di dawî de em bang li raya gîştî dikin, bi taybet ji bo welatên ku ferman wek jenosîd nas kirine bi erk û berpirsyartiyên xwe yên wijdanî û mirovî rabin. Herî dawî jî em bang li giştî civaka Êzidî dikin ku xwedî li Şengalê derkevin û li kuderê bin bila bibin, bê helwest nemînin.”