TAJÊ li Bexdayê bi sazî rêxistinên jinan re hevdîtinan pêk tîne

Di çarçoveya kar û xebatên fermanê de heyeta TAJÊ li Bexdayê bi sazî û rêxistinên jinan re hevdîtinan pêk tîne. TAJÊ derbarê ferman, jinên esîr, jenosîd, rêxistinbûna jinên Êzidî de agahiyan parve kir.

TAJÊ li Bexdayê bi sazî rêxistinên jinan re hevdîtinan pêk tîne

Şengal – Di çarçoveya kar û xebatên 11’emîn salvegera fermanê de heyetek Komîteya Dîplomasî ya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li Baxdayê bi sazî û rêxistinên jinan re hevdîtinan pêk tîne.

Li ser vê esasî heyeta TAJÊ bi jinên şebek, Rabîta Jinên Iraqê, Cebha Kurdên Feylî û beşa jin û Sekrekterê Komîteya Navendî ya Partiya Şîî re hevdîtinan pêk anî.

Di hevdîtinan de li ser mijarên salvegera fermanê, piştî fermanê rêxistina jin û civaka Êzidî, girîngiya xweparastinê û YJŞ-YBŞ, pergala rêveberiya xweser, di roja me de rewşa Şengalê û rewşa koçberan agahî hatin parvekirin.

Di hevdîtinan de bi taybet rojeva herî girîng jî mijara rewşa jinên esîr ku ev 11 sal in di destê DAIŞ’ê de ne û aqûbeta wan nayê zanîn bû.

Di van hevdîtinan de heyetê ji sazî û rêxistinên jinan ên Iraqê xwest ku derbarê mijara esîr û ji hêla Iraqê ve naskirina jenosaîdê de piştgiriya doza jin û civaka Êzidî bikin.

Hemû sazî û rêxistinên jinan ku heyetê bi wan re hevdîtin kir, diyar kirin ku jinên Êzidî pêşeng in, hêz ji wan digirin û gotin ku ji bo piştgiriyê amade ne.  

Bêtir vîdeo temaşe bikeHemû vîdeoyên nûçeyên me li cihekî.