TAJÊ: Berdêlên hatine dayîn wê azadiya jinê jî bi xwe re bîne
Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) qetilkirina Jîna Emînî ya 22 salî ku li Îranê ji aliyê polîsên exlaqê ve şermezar kir û wiha got: “Bi qetilkirina Jîna Amînî careke din derket holê ku li Îranê rewş ji bo jinan metirsîdar e."

Navenda Nûçeyan- Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) derbarê Jîna Emînî ya 22 salî ku li Îranê ji aliyê polîsên exlaqê ve bi lêdan û îşkenceyê hatibû daxuyaniyek da.
Daxuyaniya TAJÊ wiha ye:
"Li seranserê cîhanê têkoşîna azadiya jinan destketiyên girîng bi dest xistiye. Jinên cîhanê di her astê de weke Konferansa li Tûnûsê, dikarin kombûnan li dar bixin. Derbarê hemû mijarên ku jiyan û jinan eleqeder dikin nîqaşan bikin, nêrîn bidin û helwest bigirin. Her wiha diyar e ku wê ev serdem, bi taybetî di pêşengtiya jinên Êzidî, Kurd, Fars, Ereb û hwd. de wê bibe serdema azadiya jinan.
“Ya qetil dike dewlet bi xwe ye”
Li beramber pêla azadiya jinê û gelan, hin rejîmên faşîst û antîdemokratîk bi israr dijminahiya jinan dikin. Yek ji van welatan rejîma sêdareyî Îran jî bi taybetî van demên dawiyê şîdeta li ser jinan ji her carê zêdetir derxistiye asteke jor ku êdî wijdanê mirov ranake. Li Îranê dijminahiya jinan bi qanûnên olî tê misogerkirin. Her kêliyên jiyana jinan ji aliyê aqlê mêr ê deshilatdar, ango dewletê ve tê diyarkirin. Her wiha tê xwestin jin bêîrade bê hiştin. Qetilkirina jina ciwan Jîna Amînî jî encama vê polîtîkaya dijminane ye. Ji ber ku her cure şîdeta li ser jinê rewa tê dîtin. Eger tu jin be û bixwaze bi îradeya xwe bijî tu dibe hedefa êrîşên hovane. Mafê te yê jiyanê nayê naskirin. Ev jî rê li ber vedike ku jin li her qada jiyanê bi xeteriya êrîş û qetilkirinan re rû bi rû bimîne.
“Em ji malbatê şehîdan re sersaxiyê dixwazin”
Li hember van êrîşan bi dirûşmên 'Jin, Jiyan, Azadî!' xwedîderketina gel bi taybetî Rojhilatê Kurdistanê em watedar dibînin, silav dikin û destekê didin. Tevî ku rejîma Îranê êrîşî xwepêşanderên protestokirina qetilkirina Jîna Amînî dike jî nikare pêşî li çalakiyan bigire. Heta niha gelek şehîd di van xwepêşandanan de hatine dayîn. Em ji malbatê şehîdan re sersaxiyê dixwazin.
“Evqas berdêlên hatine dayîn dê azadiya jinê jî bi xwe re bîne”
Em weke Tevgera Azadiya Jinên Êzidî êşa jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê parve dikin. Qetilkirina Jîna Amînî û ev polîtîkayên qirêj ên rejîma Îranê şermezar dikin. Êdî dem hatiye ku rejîma Îranê xwe biguherîne, mafê hemû gel û jinan nas bike. Yan na wê weke hemû rejîmên dîktator û desthilatdar ji hilweşandineke xirab xwe xelas neke.
Em bang li hemû jin û gelên Îranê dikin ku heta ku bigihîjin mafê xwe yên mirovî dest ji têkoşîna xwe ya mafdar bernedin. Ji ber ku gotina dawî her tim ya berxwedêran bûye. Evqas berdêlên hatine dayîn wê azadiya jinê jî bi xwe re bîne.”