TAJÊ: Bêdengî nîşan dide ku hevkarî heye
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi daxuyaniyek niviskî bikar anîna çekêk kîmyewî ya dewleta Tirk a dagirker û li hemberî vê bêgengiya OPCW şermezar kir.
Navenda Nûçeyan – Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi daxuyaniyek niviskî êrişên dewleta Tirk a dagirker ya li ser xaka Kurdistanê û bikar anîna çekên kîmyewî şermezar kir. TAJÊ di daxuyaniya xwe de li hemberî sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirker bêdengiya OPCW jî şermezar kir û got: “Bêdengî nîşan dide ku hevkariyek heye.”
Daxuyaniya TAJÊ wiha ye;
“Dewleta Tirk a dagirker û hevkarê wê PDK ji meha Nîsanê heya niha bê navber erîşên hovane li ser gerîlayên azadiya Kurdîstanê dimeşîne. Ji bo tunekirina gerîlayên azadiyê hemû teknîk, artêş û çeteyên xwe xistiye tevgerê. Berxwedana gerîla ya heyî hemû êrîşê dijmin vala derxistine. Ji ber ku Dewleta Tirk li hemberî vîna gerîla binkeftîye, ji bo vê jî şerekî derveyî ehlaqê mirovatiyê dimeşîne û bi çekê kîmyewî êrişî li ser çeperê gerîla dike. Beramberî karanîna çekên kîmyewî yê Dewleta Tirk di nav Qada Navneteweyî de bêdengîyek heye. Ruxmê ku dizanin ev yek derveyî hiquqa şer e jî beramberî Dewleta Tirk tu helwest nayê danîn.
“Ew bi hawara civaka Êzidî ve hatin”
Êrîşa ku ji milê DAÎŞ ve 3/8/2014’an de, li ser civaka me hati kirin hemû cîhan xwe jêcre kerr kiribû. Herî zêde jin hatin hedef girtin ji ber wê jî ya herî zêde êş kişandî jin bûn. Rewşa ku jin û civaka me ketibû nav de, gerîlayên azadiya Kurdistanê bi hawara civaka Êzîdî ve hatin. Ji bo Şenaglê ji destê DIAŞ’ê xilas bikin, gerîlayên azadiyê û PKK’ê bê hesab berxwedanîyek mezin dan meşandin. Di encama vê berxwedaniyê de axa Êzidxana pîroz ji destê çeteyên DAÎŞ’ê hat rizgar kirin. Îro jî ev gerîlayên ku me ji destê DAÎŞ’ê rizgarkirin li beramberî wan êrîşeke pir dijwar ji aliyê Dewleta Tirk û PDK’ê ve tê meşandin. Tenê van rojên dawîyê de 17 gerîlayên azadiyê bi çekên qedexe yên kîmyasalê hatin qetilkirin.
“Heman hêz in”
Li hemberî van êrîşan bêdengiya Qada Navneteweyî û OPCW em şermezar dikin. Bêdengiya heyî dide diyarkirin ku hevkarîyek heye û dixwazin tekoşîna azadiya gelan tune bikin. Em dizanin yê ku îro li ser gerîla êrîş dide meşandin û yên ku di 3/8/2014’an de ji bo koka civaka Êzidî tune bike ferman li ser me rakirin, heman hêz bûn heman demê de yê ku îro bêdeng dimîne jî heman hêz in.
Em wek Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li hemberî êrîşên ku li ser gerîlayên azadiya Kurdistanê tên meşandin rawestin. Heya ku Dewleta Tirk û PDK têk biçe em ê di nav tekoşîneke bê hempa de bin. Daxwaziya me ji hemu jinên Êzîdî û gelê azadîxwaz ew e ku li hemberî van êrişan li gel gerîllayên azadiyê cîh bigrin.”