Sûzan Heme Seîd: Girêdana exlaqê pîşeyî mifteya serkeftina rojnamevanan e

Rojnamevan û pêşkêşvana xwedîezmûn Sûzan Heme Seîd ku ji sala 1995’an ve di nava cîhana rengîn a televîzyon, radyo û şanoyê de ye, vegotina serpêhatiya xwe ya 30 salî dike. Balê dikişîne li ser, pêwîstiya wêrekiya jinan li hember astengiyan.

ŞILÊR KOYE

Koye – Di cîhaneke ku leza teknolojiyê û medyaya dijîtal her diçe reseniya karê medyayê n ezelal dike de hê dengê jinên xwedî ezmûn û pêşengan riya bi hezaran ronî dike. Yek ji rojnamevanên jin ên navdar li Koyê ku xwedî dîrokeke xebatê ye di televîzyon, radyo û platformên curbecur de Sûzan Heme Seîd, ji ajansa me re axivî û behsa qonaxên pîşeya xwe, zehmetî û rewşa jinan di medyayê de, cudahiya di navbera ragihandina berê û niha de kir. Bal kişand ser girîngiya parastina bingehên exlaqî di vê pîşeya pîroz de.

‘Min bi pêşkêşvaniyê destpê kir’

Sûzan Heme Seîd a ji Silêmaniyê ye û ji ber zewiciye li Koye dijî, niha pêşkêşvana radyoyê ye, têkildarî xebatên xwe wiha got: “Ezmûna min a kar digihîje zarokatiya min. Di sala 1995’an de, min di Televîzyona Gelî Kurdistanê de li Silêmaniyê, bi pêşkêşvaniya bernameya zarokan dest bi kar kir. Bi koma hunerî ya zarokan re weke opera û pêşkêşvan beşdarî şanoyê bûm. Piştre hatim Koye û di Tv. De min dest bi kar kir û pêşkêşvana bernameyê bûm. Bi hevkariya karmendan, me li ser kanalê gelek karên cuda kirin. Piştre li Radyoya Meşxelan min pêşkêşvaniya bernameyek kir.”

‘Bernameyên zindî pêşkêş dikim’

Sûzan Heme Seîd ji derveyî xebata televîzyon û radyoyê, weke pêşkêşvana şanoyê jî xebitiye û wiha got: “Ezmûna min a kar vedigere 30 sal berê. Ez beşdarî konferans û semîneran li Koye bûm û niha jî di radyoya Gelî Kurdistan û Meşxelan de bernameyên zindî pêşkêş dikim. Wekî nivîskarek, di kovar û rojnameyan de di quncikên taybet de dinivîsînim.”

Cîhana medyayê

Sûzan Heme Seîd da zanîn ku medya li derve cîhaneke cuda ye, gelek tiştan dide mirov dike xwedî ezmûn û got: “Ji ber vê, medyayê ezmûnek nû da min û deriyên ku ji min re nehatibûn vekirin, di medyayê de ji min re hatin vekirin. Ez dikaribûm ji wan ezmûnan bigrim û hinek mirovên taybet binasim, nerînên cuda fêr bibim û fêr bûm ku gelek tişt di nava civakê de hene. Vê yekê jî bû sedem ku li ser pirsgirêkên di nava civakê de bixebitim.”

Sedemên hilbijartina vî pîşeyê

Sûzan Heme Reşîd da zanîn ku daxwaza wê bûye sedem karê xwe berdewam bike û got: “Pîşeya ragihandinê xweş e û wisa dike ku her gav di nava tevgerê de bî, ji bûyeran agahdar bî û bibî kesek aktîf. Ragihandin wisa dike ku cuda bifikirî. Daxwaz û hezkirin wisa dike ku bidomînî. Li gorî min, rojnamevanek serkeftî ew e ku di bin her bandorê de rastgo be. Divê rastiyê bigihîjîne gel. Divê bêalî be. Divê ji bo berjewendiya tu partî yan kesekî mijarê veneşêre. Rojnamevan divê rastgoyiya xwe winda nekin.”

Guhertinên medyayê di demên berê û niha de

Sûzan Heme Reşîd da zanîn ku medya li gorî berê gelek guheriye û got: “Di serdema me de, hejmara rojnamevan û dezgehên medyayê bi tiliyên destan dihatin jimartin. Di wê demê de rojnamevanên bi ezmûn hebûn. Wê demê teknolojî tunebû lê medya xwedî bedewiyeke taybet bû. Tevî hejmareke zêde ji ajans û rojnamevanan, kesên xwedî ezmûn pir kêm in.”

Ji bo jinên ku nû dest bi xebatên medyayê dikin

Sûzan Heme Reşîd di dawiya gotinên xwe de ji bo jinên ku dibin rojnamevan jî wiha dibêje: “Amojgariya min ji bo jinên ku dibin rojnamevan ew e ku asta perwerdeya xwe bilind bikin û karê xwe bişopînin. Divê ew xwendevanên baş bin û bûyeran bişopînin. Divê wêrek bin, ji derketina pêş netirsin, ji ber ku jin gelek caran bi civakê re rû bi rû dimînin û gelek kes bi çavên cuda li jinan dinêrin. Divê bikaribe li hember astengiyan bisekinin. Bêguman, di pîşeyî de zorî û kêfxweşî hene. Li gorî pirsgirêkan, em carna bi tirs tên navenda karê xwe. Ji ber wê, em gelek caran bi zorî û xeterên jiyanê re rû bi rû dimînin. Lê bi gelemperî, pîşeya ragihandinê xweş e û min ji ber hezkirina xwe ya ji bo kar zoriyan derbas kir. Li gel hemû pêşketinan, xwezî me di destpêka karê xwe de, bikaribûya karên çêtir bikira da ku xizmeteke baştir bida welatiyan. Ez dixwazim ji rojnamevanan û bi taybetî jinan re bibêjim ku aliyên exlaqî yên xebata xwe di medyayê de paşguh nekin û exlaq û civaka xwe ji bo berjewendiyên madî yan manewî feda nekin. Bi vî awayî, ew ê bibin kesên serkeftî.”