SOHR: Piştî hilweşîna rejîmê 784 zarok ji ber tundiyê mirin
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, ragihand ku piştî hilweşîna rejîmê 784 zarok ji ber tundiyê mirine. Çavdêriyê, bang li civaka navneteweyî kir ku sivîlan biparêze û binpêkirinan rawestîne.
Navenda Nûçeyan – Êşa zarokên ku li Sûriyeyê dijîn, bi hilweşîna rejîmê re bi dawî nebû. Ji ber pirsgirêkên ewlehiyê, belavbûna çekan û binpêkirinên li dijî sivîlan, zarok bûne yek ji beşên herî xeternak ên civakê.
Hilweşîna rejîmê ya di 8’ê Kanûna 2024’an de, di nava Sûriyeyiyan de hêviya ku çerxa mirinê dê biqede û serdemek aramiyê dest pê bike ava bû. Lê belê geşedanên li qadê, nîşan didin ku zarok hê jî di bin hedefên ewil ên tundî û binpêkirinan de ne.
Piştî hilweşîna rejîmê û vir ve 784 zarok mirin
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, ragihand ku di navbera hilweşîna rejîmê û heta 25’ê Îlona 2026’an de 748 zarok hatine kuştin. Di nava vê heyamê de, heta dawiya sala 2024’an 34 zarok, di sala 2025’an de 504 û ji destpêka sala 2026’an û heta 25’ê Îlona 2026’an 246 zarok mirin.
Zarok herî zêde di meha Gulanê de mirin
Li gorî mehan, herî zêde zarok di meha Gulanê de mirin. Hat ragihandin ku meha Gulanê 40, meha Çileyê 39, meha Sibatê 27, meha Adarê 21, meha Nîsanê 34, meha Hezîranê 21, meha Tîrmehê 21, meha Tebaxê 24 û meha Îlonê jî 21 zarok mirin.
Banga tedbîrên lezgîn û berbiçav
Çavdêriyê, diyar kir ku zarokên li Sûriyeyê hê bê parastin in û tundî, belavbûna çekan û nebûna mekanîzmayên parastinê yên bi bandor rasterast gefê li zarokan dixwe. Çavdêriyê, hişyarî da ku mirina berdewam a zarokan hişyariyeke cidî ye û banga tedbîrên lezgîn û berbiçav kir.
Çavdêriyê, bang li hemû aliyan kir ku dawî li pêkanînên jiyana sivîlan û bi taybetî jiyana zarok dixin xeterê bînin û ji bo parastina zarokan gavên berbiçav bavêjin û daxwaz ji civaka navneteweyî kir ku ji bo rawestandina binpêkirinan û hesabpirsîna tawanbaran zextê bike.