Siyaseta Sûriyeyê ji Jinan re girtî ma
Piştî eşkerebûna lîsteya dawî ya endamên Parlamentoya Sûriyeyê, diyar bû ku rêjeya nûnertiya jinan gihîştiye asteke pir kêm. Di parlamentoya ku ji 210 kesan pêk tê de, tenê 22 jin cih digrin.
Navenda Nûçeyan – Piştî temambûna damezrandina Parlamentoya nû ya Sûriyeyê, hate dîtin ku nûnertiya jinan a di parlamentoyê de pir kêm dimîne. Ji 210 endaman tenê 22 jin in û rêjeya nûnertiyê jî ji sedî 10.48 e. Ev rewş, eşkere dike ku di navbera rêjeya hatiye armanc kirin û nûnertiya rastîn de cûdahiyek mezin heye.
Li gorî heyamên berê, daketina berbiçav a nûnertiya jinan a di parlamentoya nû de, nîqaşên li ser bandora hewildanên ji bo zêdekirina beşdariya jinan a jiyana siyasî ya welat ji nû ve anî rojevê.
Diyarkirina endaman û kursiyên vala
Serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Ehmed Şara, îro bi eşkerekirina lîsteya endamên tayînkirî re, pêkhateya parlementoyê ya dawî bi dawî kir. Bi vî awayî, hejmara giştî ya endaman a di parlamonteyê de gihîşt 210’an. Ji van 140 ji aliyê komîsyonên hilbijartinê ve hatin hilbijartin û 70 kes jî bi biryara Ehmed Şara hatin tayînkirin. Kursîyên ku ji bajarê Suweydayê re hatine veqetandin jî ji ber ku pêvajoya hilbijartina nûneran hêj didome, vala ne.
Cudahiya navbera armanc û rastiyê
Tenê 22 endamên jin di parlementoyê de cihdigrin. Ev hejmar ji sedî 10.48’an a tevahî endaman pêktîne. 7 endamên jin bi rêya komîsyonên hilbijartinê hatin diyar kirin û 15 jî ji aliyê Ehmed Şara ve hatine tayînkirin.
Her çend pergala hilbijartinê ya veguhêz pêşbinî kir ku divê nûnertiya jinan di komîsyonên hilbijartinê de herî kêm sedî 20 be jî, nûnertiya jinan di avahiya dawî ya parlementoyê de sedî 10.48 derbas nekir. Ev yek, nîşan dide ku ferqek eşkere di navbera rêjeya hatiye hedefkirin û nûnertiya rastîn de heye.