Navenda Nûçeyan - Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristiyê û Civakî (SES), rapirsiya “Lêkolîna Tundiya Li Ser Jinan a Li Qada Xizmetên Tenduristî û Civakî” pêk anîbû. SES’ê encamên rapirsiyê li navenda xwe ya Enqerê bi raya giştî re par kir. Sekretera Giştî ya Jinan a SES’ê Gonul Adibellî rapora ku di derbarê encamên rapirsiyê de hatî amadekirin xwend.
Gonul Adibellî diyar kir ku li qada xizmeta tenduristî û civakî li dijî kedkarên jin tundî zêde bûye û ji bo vê tundiyê derxin pêş û were zanîn xebata rapirsiyê dane destpêkirin û wiha domand: “Ev tundî jî di encama polîtîkayên îqtidarê de ku li dijî jinan bi dijminahî tevdigere derdikeve holê. Rapirsî li 52 bajaran bi beşdariya 663 jinan pêk anîne û li gorî bersiva van kesan encam amade kirine. Di rapirsiyê de derketiye holê ku ji sedî 81 jin bi derûniyê, ji sedî 37 bi aboriyê, ji sedî 43 bi fizîkî û ji sedî 26 jî bi tundiya zayendî re rûbirû mane.




