Seroka TTB’ê Şebnem Korur Fîncanci hat binçavkirin
Seroka TTB’ê Şebnem Korur Fîncanci ku ji ber nerazîbûn li dijî bi karanîna çekên kîmyewî nîşan dabû hate binçavkirin.

Istanbul- Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) li ser hesabê xwe yê fermî yê Twîtterê diyar kir ku ji ber Seroka Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fîncanci der barê bikar anîna çekên kîmyewî ya Tirkiye bi hevkariya PDK’ê li ser sînorên Başûrê Kurdistanê de axivî û piştre hat hedefgirtin, hat binçavkirin.
Seroka Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fîncanci ya der barê êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê ku di 17’ê Nîsanê de dabûn destpêkirin û der barê bikar anîna çekên kîmyewî de nirxandinan kiribû, bûbû hedefa desthilata Tirk. Şebnek Korur Fîncanci der barê hedefgirtinê de ev nirxandin kiribû û gotibû: “Berpirs kî ne divê der barê wan de lêpirsîn werin destpê kirin, wê lêpirsîn çawa be û pêvajoya lêkolînê wê çawabe min li her cihî gotiye û ezê bibêjim. Ji ber wê nehizirûbûn ku ezê ji ber vê nêzikatiyê xwevedim. Di rastiyê de ev nêzîkatiyek yê bêdengkirina civakê ye. Di heman demê de ji bo rêxistina pişeyê me wê qadek ji bo vekirina êrîşa be, halbûkî eve raste rast bi rêxistina pişeyê mere tu eleqeya xwe nîne. Rast e em weke hekîman dema rewşek wisa ku ideaya sucê şer heye de ji ber eleqeya xwe bi tendirûstiyê ve heye, dema îdeayek wisan derkete holê, helbet em ê gotinên xwe li ser bikin, ji xwe ev herî zêde qada tibê eleqeder dike.”