Serhildana 12’ê Adarê

Serhildana 12’ê Adarê di nav rûpelên dîroka têkoşîna Kurdan de weke hêrsa gel a li dijî rejîma Baasê tê zanîn.

 
RONÎDA HACΠ
Hesekê - Serhildana Qamişloyê 17 sal li pey xwe hişt û di rûpelên dîroka têkoşîna gelê Kurd de cihekî girîng girt. Di 12’ê Adara sala 2004’an de tîma Cîhad a Kurdî û tîma Fitwê ya Dêrezorê li stadyoma Qamişlo- Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê fotbol lîstin lê bi vê lîstikê re, lîstikeke din li dijî Kurdan dihat amadekirin. Rejîma Baasê bi alîkariya Tîma Fitwê ya Dêrezorê haziriyên xwe dikirin ku li dijî Kurdan şer bikin, ji bo wê bi derbasbûna stadyomê re tîma Fitwê û temaşevanên wan bi xwe re çek û kevir derbas kirin bêyî ku ji aliyê polîsên rejîmê ve bên kontrolkirin. Polîsên rejîmê bi alîkariya lîstikvan, temaşevanên tîma Fitwê êrîşî ciwanên Kurd kirin û di encamê de hejmarek ji ciwanên Kurd hatin şehîdxistin. Di wê rojê de gelê Kurd ciwanên xwe bi merasîmên bi giresyî rakirin û li dijî vê komkujiyê rabûn serhildanê.   
Rejîma Beasê siyaseta çewisandin, dûrxistin û înkarê li dijî gelê Kurd didan meşandin û ev siyaset hişt ku vîna Kurdan bipejire û veguhere serhildanê. Têkildarî mijarê Endama Rêveberiya Partiya Yekitiya Demkratîk (PYD) Yisra Ilyas nirxandin kir. 
Siyaseta rejîma Beasê siyaseta qirkirin û parçekirina neteweyan e
Rejîma Sûriyeyê hebûna xwe li ser tevliheviyên di navbera pêkhateyên di Sûriyeyê de ava dikir. Têkildarî vê yekê Yisra Ilyas wiha dest bi axaftina xwe kir: “Rejîma Baasê li ser esasê çewisandina neteweyên li heremê, derxistina fitneyê û binpêkirina vîna gelan hebûna xwe ava dikir. Di 12’ê Adara 2004’an de vê yekê baş ji me re da diyarkirin. Bi serhildana Qamişloyê re hemû bajarên rojavayê Kurdistanê veguherîn qadên têkoşîn û berxwedana li dijî serweriyê. Gelê me ew tirsa bi salan şikandin û bi yekrêziya xwe li dijî vê rejîma qirêj sekinî.” 
Projeya Neteweya Demokratîk bersiva komkujiya rejîma desthilatdar bû
Yisra da zanîn ku tevliheviya ku rejîma Beasê dixwest di navbera gelên Sûriyeyê de ava bike veguherî projeya wehkhevî û yekbûna gelan û wiha pêde çû: “Sehildana 12’ê Adarê bû bingeha şoreşa demokrasî û wekheviya gelan. Vê serhildanê di bingeha şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de-Rojava bingeha herî girîng bû. Mirovan kirasê koletiyê ji ser xwe avêtin û bi yekbûna xwe dikaribûn bibin bersiv ji hemû kiryarên ku li ser wan dihatin plankirin. Beşdarbûna rengê hemû neteweyên li Sûriyeyê di nav projeya demokratîk de, hişt ku Kurdên Sûriyeyê di qonaxeke nû re derbas bibin, dengvedaneke herêmî û cîhanî ya xurt stand.”
 ‘Em ê hebûna xwe bi hevgirtina gelan biparêzin’
Yisra bang li tevahî partiyên Kurd kir ku yekrêziyê qebûl bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: ”Di serhildana Qamişloyê de ger Kurd li her deverê ranebana ser piyan dê armanca dijmin biçûya serî lê ev yek bi yekitiya Kurdan hat hilweşandin. Destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan çêbûne em ê bi hevgirtina gelan biparêzin, hebûna me û ya hemû neteweyan jî wê bê parastin.”