Sepîde Qalyan greva birçîbûnê bi dawî kir
Hat ragihandin ku çalakvana siyasî ya Îranê Sepîde Qalyan greva birçîbûnê ya ew dabû destpêkirin bi dawî kiriye.

Navenda Nûçeyan – Çalakvan Sepîde Qalyan ragihand ku çalakiya greva birçîbûnê ya ku li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Îranê û polîtîkayên sirgûnê yên ku ji bo tirsandina malbatên girtiyan tên meşandin dabû destpêkirin, bi dawî kiriye. Hate zanîn ku Sepîde Qalyan hem ji ber binpêkirina mafan hem jî ji bo veguhestina girtîgeheke din dest bi greva birçîbûnê ya 6 rojan kiriye.
Çalakvana siyasî ya Îranê, parêzvana mafên mirovan û xebatkara kedkariyê Sepîde Qelyan bi rêya nameyan rewşa girtîgehên Îranê bi raya giştî re parve kiribû û dîmen û wêneyên jinên di girtîgehan de jî nivîsandibû.
6 rojan di greva birçîbûnê de bû
Tê payîn ku Sepîde Qalyan a ku hate hînbûn di roja 6’emîn de dawî li çalakiya xwe aniye, dê sewqî girtîgehek nêzî navnîşana malbata wê bê kirin. Çalakvana siyasî jî berî demekê ji ber xwînrijiya rovî û tansiyonê bo nexweşxaneyeke Tehranê hatibû veguhestin.