Sepana Masahatuna ji bo jinên ku rastî tundûtûjiyê hatine xizmetê dike

Di çarçoveya çalakiyên Roja Jinên Cîhanê de, Navenda Ragihandina Civakî bi hevkariya Weqfa Mafên Mirovan a Swîsreyê, sepana "Masahatuna" da destpêkirin da ku jinên mexdûrên şîdetê bi hêsanî bikaribin xwe bigihîjînin xizmetên cur be cur li Xezayê.

NEXEM KARACA

Xeza- Navenda Ragihandina Civakî di 17'ê Adarê de ji bo ku jin û keçên ciwan yên ku rastî tundutujiyê hatin û jê rizgar bûne bi hêsanî xwe bigihîjînin xizmetên cur be cur li Xezayê, sepana "Masahatna" da destpêkirn.

"Navenda Ragihandina Civakî dê di tevahiya meha Adarê de rêzeçalakiyan bidomîne" 

Rêvebera Navenda Ragihandina Civakî Andileeb Adwan bal kişand ser xebatên navendê yên ji bo piştgirî û parastina mafê jinan û pêşxistina rêbaz û mekanîzmayên çareserkirina pirsgirêkan ku bibe sedema pêkanîna "Masahetuna." Her wiha Navenda Ragihandina Civakî dê di tevahiya meha Adarê de li ser pêkanîna rêzeçalakiyên Roja Jinên Cîhanê berdewam bike."

Andileeb Adwan teqez kir ku wan di 7'ê Adarê de bi kampanya parêzvaniya dîjîtal bi dirûşma "parastin maf e" de dest bi çalakiyan kirine û di 8'ê Adarê de jî di bin navê "Akademîsyen xwedî maf û derfetên wekhev in" û wiha lê zêde kir: "Zêdeyî 80 akademîsyenên aktîvîstên femînîst tê de beşdar bûn û îro em destpêkirina spana "Mesaha" pîroz dikin. Em ê amadekariya xwe bikin da ku bi rayedaran re li ser mijarên şîdeta li ser bingehê zayendî û parastina jin û zarokên keç ji vê yekê bi civînek hesabpirsînê pêk bînin.”

Lana Cabir jî got ku Filistîn yek ji wan welatên cîhanê ye ku herî zêde înternetê bi kar tîne û wiha berdewam kir: “Lewre navendê li ser bingeha lêkolînan rê li ber destpêkirina sepanê vekir  ji ber ku ji sedî 80 welatî malperên tora civakî bi kar tînin û serlêdan dê ji jinan re bibe alîkar ku rasterast û zû bigihîjin karûbaran bêyî ku li ser lêgerîna hin cihan nepenî tên girtin.”

Ji bo hemû beşên civakê xizmetê dikin

Endezyar Ala Hethet ku yek ji berpirsên serlêdanê ye ji ajansa me re ragihand ku serlêdan encama xebatên komek kesên ku zêdetirî 7 meh berê li ser pêşxistina wê xebitîne ye û wiha bi dawî kir: "Fikra wî di encama amadebûnê de derket holê gelek bûyerên şîdeta li ser bingeha zayendî di civaka Filistînê de pêk hatin û ji aliyê navenda civakê ve bi hevkariya Weqfa Terre des Hommes a Swîsreyê, bi armanca piştgirî û rênîşandana jinan ji tundiya ku li ser wan tê meşandin rizgar bibe."

Endama Sendîkaya Karmendên Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo Penaberên Filistînî "UNRWA", Amal El-Cişî diyar kir ku ev sepan xizmetê dide hemû beşên civakê, bi taybetî beşa xwenda, nepeniya xwe di derbirrîna xwe de digire, ji ber ku gelek ji karmendên jin, kesên xwenda ne, yan jî niştecihên jin li malê ne, rastî tundiyê tên û piraniya wan malperên tora civakî ji bo îfadekirineya tundiya ku li dijî wan hatiye kirin bi kar tînin loma niha serlêdanek wan a taybet heye ew jî sepana "masahetuna" ye ku di destên wan de ye û li ser her mijarê bipirsin, ji ber ku agahî û navên navendan hene ku ew bi hêsanî dikarin xwe bigihînin wan.

"Sepana Masahetuna ji bo destekdayîna jinan hat destpêkirin"

Li ser girîngiya serîlêdanê û çawa alîkariya jinan dike, Rêvebera Beşa Malbat û Zarokan a Yekîneya Têkiliyên Giştî ya Polîsan Meryem El-Burş wiha got: "Sepana "Masahetuna" dê alîkariya jinên ku rastî tundûtûjiyê hatine bike da ku bi hêsanî karibin bigihîjin saziyên ku alîkariya wan bike û lêpirsînên der barê tundûtûjiya li dijî wan pêk bîne û ev yek ji bo tundiya li dijî jinan çareser bike her wiha dê parastina mexdûran bi hemû hêza xwe bike.

"Em hêvîdar in ku sepana" Masahetuna" ji bo jiholêrakirina tundiyê bibe gava yekem"

Sahar Mehdî ku yek ji perwerdekarên projeya navendê ye, bal kişand ser vê yekê ku sepana"Masahetuna" yekem e ku ji jinan re dibe alîkar ku pirsgirêkên xwe bi riya înternetê çareser bikin. Her wiha ji ber zêdebûna bûyerên tundiyê di nav jin û keçên temen biçûk de li Xezayê ji bo demeke dirêj pêwîstiya me bi vê sepanê hebû û em hêvîdar in ku "Masahetuna" bibe gava yekem ji bo jiholêrakirin û jinavbirina tundiyê bi hemû şêwe û cureyên wê.