Sendîkaya Bijîjkên Sûdanê: 3 jê zarok 47 jin rastî êrişa zayendî hatin
Komîteya Pêşîn a Sendîkaya Bijîjkên Sûdanê ragihand ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn ên paramîlîter li gundên Rojhilatê Gezîre 3 jê zarok li dijî 47 jinan êrişa zayendî pêk anîne, yek ji zarokan jiyana xwe ji dest daye.
Navenda Nûçeyan- Komîteya Pêşîn a Sendîkaya Bijîjkên Sûdanê ragihand ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn ên paramîlîter li gundên Rojhilatê Gezîre yên Sûdanê 3 jê zarok li hemberî 47 jinan êrişên zayendî pêk anîne. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku zaroka keç a 11 salî di encama êrişa zayendî de ji ber windakirina xwînê jiyana xwe ji dest daye.
Rewşa tendirustiya kesên rastî êrişê hatine cidî ye
Di daxuyaniya komîteyê de hat diyarkirin ku kesên rastî êrişê hatine rakirine nexwexaneyek û rewşa wan a tendirustiyê cidî ye. Komîteyê ragihand ku ji bo kesên sax mane alîkariya lezgîn pêwîst e û divê di mercên bi ewle de li welatên cîran tedawî bibînin û ji bo prosedurên pêwîst dest pê bikin, bi Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî re ketine nava têkiliyan.
Komîteyê da zanîn ku jinên rastî êrişa zayendî hatine, ji bo tesbîtkirina nexweşiyên ku bi riya têkiliyê çêdibin divê ji sîstema wan a genîtal nimûne bigrin û ji derveyî vê ji aliyê tîma tibî ya entegre ve tedawî were pêkanîn.
Hêzên Piştgiriya Lezgîn, ji bo berteka li dijî fermandarê eyaletê Abu Aqla Kîkel ê beşdarî artêşê bûye, di 21’ê Cotmehê de li dijî gund û bajarokên li Rojhilatê Gezîre êrişên bersivdayînê pêk anîn. Herêmên ku hatin hedefgirtin weke qada nufûsê ya Abu Aqla Kîkel tên qebûlkirin.
Rêxistinên mafên mirovan diyar kirin ku nêzî hezar sivîl hatine qetilkirin û bi dehan zarokên keç rastî tundiya zayendî hatine, hinek jî ber bi întiharê ve hatine kişandin. Di heman demê de di êrişan de zevî hatine şewitandin, bazar û mal hatine talankirin û torên telekomunîkasyon û înternetê qut bûn.