Semsûr dibin avê de ye

Semsûrên ku li rûxmê ku ewqas dem derbas bûye pêdawistiyên xwe yên kon û konteyner pêkneanîne, ev dû roje bi baranek dijwar re têkoşînê dikin. Mexdûrên erdhejê ku di bin avê de mane tevahî rojê di destê wan de bêr dixebitin .

MEDİNE MAMEDOGLU

Semsûr- Li Semsûrê piştî erdhejê bi hezaran mal hilweşiyan û hema beje malek ku xisar nedîtî nemaye, gel di konan de dimînen. Ji roja ku erdhejê pêkhatî heta niha, hemwelatiyên ku naçin mala xwe û li derve jiyan dikin. Li rûxmê ku 37 roj derbas bûne xwe gihandina kon û konteyniran zoriyê dikşînin. Hemwelatiyên ku evqas dem derbas bûne û hîna pêwîstiyên wan nehatine bi cih anîn, ev dû roje ji ber barana dijwar perîşan bûne û gelek kon jî dibin avê de mane. Hemwelatiyek ku kona wê dibin avê de maye daz anîn ku dema ku daxwaza alîkariyê ji şaredar xwestî gotibû ‘Ji bo we emê branda bînin.’

Barana ku barî hemwelatî perişan kirin!

Ji ber baran barîna dijwar bi teybet li Semsûra ku konbajarên di bin avê de mane, gel ji bo av neçe konên wan, dixebitin. Hemwelatiyên ku di konên av girtî de namînin, ji bo zuha bikin li firsendan digerin bi bêr û tevrên ku girtîn destê xwe li dijî metirsiya avê amadekariya dikin. Dema ku me hevdîtin bi erdhejên ku li bajar pêkanîn helwest nîşanî desthilat û şaredariya ku kepçe neşandî da û wiha gotin: “Em bimrana ji vê rewşê baştirbûya.”

‘Siharê ez, şev jî zarokên min diçin nexweşxaneyê’

Gullu Ugur destnîşan kir ku ji ber barana ku dibare kona wê bi metirsiya avgirtinê re rûbirû ye û di rewşek gelek xirab de  ye û diyarkir ku hem ew hem jî zarokên wê enfeksyon girtine û wiha got: “Baran tê malde, ne konek bi rêk û pêk heye, ne tiştek. Bila ji bo me çareseriyekê bibinin, zivîstana vê derê divê werzê deye, cihek bi aram ku em biçin têde ji mere pêwîste. Derfet nîne, nan û xwarin nîne. Hemû tişt qutkirin. Me ji dikarî em mehekê li xwe binêrin, ev rewş wê ne dû sê mehan, wê dû salan jî dom bike em nizanin, tu rewş û derfetên me nîne. Hîna dewlet nehatiye vêderê, ger hatibe jî me nedîtiye. Bila li me temaşe bikin ne tualet, ne serşok, ne jî tiştek heye. Em bi derfetên xwe avê germ dikin, em hemû nexweş bûne û enfeksyon me girtine. Ez her şev diçim nexweşxaneyê, beriya min keça xwe bir. Hemû wisa lê hatine, ne tenê em hemû kes. Kî miriye, ki windaye kes nizane. Qasî ku em mirine em mirin êdî bese.”

‘Me dewlet nedît’

 Hanim Cengiz destnîşan kir ku ji ber ava ku di konên wan de ji şaredariyê kepçe xwestin lê belê tu bersîv nedan wan û ew konên ku mane di nava avê de nîşan da û wiha got: “Em di nava avê de jiyan dikin. Me wan tişta hemû bi derfetên xwe kirin. Divê baranê de em li şaredariyê digerin, lê belê kepçeyek tenê nîne. Em mirin, em bimirana wê hîn baştir bû. Av tê kona me, erdhej li me da em ne mirin, lê belê niha ev av li me dide. Tiştek nîne, ne serşok, ne av, em hewil didin wisa jiyan bikin. Li her aliyê av tê konê, wê ev kona çawa bibe, kesek nîne li me meyze bike. Kesek nehatiye vê derê mirî dernexist, mirovan miriyên xwe bi xwe derxistin, wisa çêdibe, dewlet li kuderê ye, me dewlet ne dît, alîkarî nayê vê derê, kes li me xwedî derneketiye. Em di nava avê de jiyan dikin, tenê kepçeyek bi xêra xwe hat ev der rastkir û em jî bi vî awayî jiyan dikin.”

‘Şaredarî got emê biranda bidin û çûn’

Elif Can ji ber kona wê av girtiye û li bin baranê de ji derve dimîne wiha got: “Konê min di nava avê de maye. Mala min hilweşiya, em di bin paçekê de dimînin. Şaredarî hat vêderê min got tiştekê bikin wî jî got emê biranda bidin we, got hunê biranda danîn li ser konê xwe. Wê bi wan birandayan çi çêbe tenê derdora konê av nayê me biaparêze. Em jî çi bikin nizanim em mexdûrin, ji vê kêlekê av tê.”