Sê jinan xelata dahênerê herî baş wergirtin
Du jinên Fransî û yek jinên Swîsreyî xelata dahênerê herî baş a sala 2022’an ji Ofîsa Patentê ya Ewropî wergirtin.
Navenda Nûçeyan - Kîmyazan Claude Grison û immunolog (kesên bi zanista parastina laş ve eleqedar in) Elodie Belnoue û endezyar Madiha Derouazi ji aliyê Ofîsa Patentên Ewropayê (EPO) ve roja Sêşemê 21’ê Hezîranê hêjayî xelata dahênerê herî baş ê sala 2022’an hat dîtin.
Xebata Claude Grison a li ser ekokatalîzatorên nebatan ên ku ji nebatên dagîrker hatine çêkirin, ku bi saya nebatên metalxwar îmkana paqijkirina axên mîneral û molekulên kîmyewî yên nû çêdikirin, hate xelat kirin. Claude Grison di kategoriya "lêkolîn" de xelat wergirt.
Elodie Belnoue, xwendekarek berê ya doktorayê di warê immunolojiyê de li Nexweşxaneya Bichat li Parîsê û niha rêvebirê lêkolînê li Swîsreyê, ligel endezyarê xwe yê biyoteknolojiya Swîsreyî Madiha, di kategoriya SME de xelat kirin.
Hate diyarkirin ku Madiha Derouaz ji bo hilberîna derziyên dermankirinê yên li dijî celebên penceşêrê platformek nû ya bijîjkî çêkiriye.