Save the Children: Li Yemenê ji 330’an zêdetir zarok hatin qetilkirin

Di çarçoveya 20’ê Mijdarê roja cîhanî ya mafê zarokan de Save the Children daxuyaniyek da û diyarkirin ku li Yemenê ji destpêka sala 2022’an heta niha 330 zarok hatine qetilkirin û bi sedan zarok jî birindar bûne.

Navenda Nûçeyan- Li Yemenê şerê naxweyî yê ku ev bi salane berdewam dike, herî zêde zarok jê zirarê dibîne. Di çarçoveya 20’ê Mijdarê roja cîhanî ya mafê zarokan de Save the Children (Zarokan Rizgar Bikin) li navend Ingiltre, daxuyanî da û destnîşan kir ku ji destpêka sala 2022’an heta nîha ji 330’an zêdetir zarok hatine qetilkirin û bi sedan zarok jî birîndar bûne.

Her roj zarokek tê qetilkirin

Save the Children di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got; “Li seranserî welat di pêvajoya agirbesta 6 mehan de di aliyê zarokan de destkeftiyek erênî be jî, ji destpêka 2022’an heta niha ji 330’an zêdetir ji ber şer hatin qetilkirin û ev rêjeye jî tê wê wateyê ku her roj zarokek tê qetilkirin yan jî birindar dibe.”

240 zarok birîndar bûn

Di daxuyaniyê de bal li ser hêjmara zarokên birîndar bûne hat kişandin û wiha hat gotin: “Ji şerê ku berdewam dike de ji Çileya 2022’an heta 15’ê Mijdara 2022’an de 248 zarok birîndar bûne. Li herêmên şer hewan, top, gule û mayinên reş  gelek tê bikaranîn û ev jî dibe sedemê zirarên fîzîkî yên zarokan û mirin, birîndarbûn, siqetiyên ku heta dawiya jiyanê û dibe sedemê cihên sivilan wêran bibe.

Banga ketina tevgerê

Rama Hensraj direktorê Yemenê ya Save the Children bang li civaka navnetewî kir ku ew sucê ku li Yemenê li dijî zarokan tê kirin bê ceza nemîne û hemû li beramberî vê bikevin nava tevgeran û wiha got; “Tu hincetên qetilkirin û îstismarkirina zarokan nîne. Ji bo cîhan dawî li van sûcan bine û ev suc nemînin bê ceza, divê niha bikevin nav tevgerê. Ji bo sibeyek baştir were inşakirin divê guh bidin dengê zarokan û divê em li gel wan xebat bikin.”