Hunermend Hengameh Ghaziani û Katayoun Riahi hatin girtin

Di serhildanên ku li Îranê hatîn destpêkirin de lîstokvan Hengameh Ghaziani û Katayoun Riahi hatin girtin, ji ber ku li dijî ferzkirina hîcabê derket cezayê girtîgehê li Narges Hosseini lê hat birîn.

Navenda Nûçeyan- Piştî qetilkirina Jina Emînî ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve, serhildanên ku li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê destpêkirîn berdewam dikin. Bi hezaran çalakvan, xwepêşander, xwendevan, mamoste bi hinceta ku li welat bejdarî xwepêşandanan bûne hatin girtin û heya niha jî dayina cezayê girtîgehê berdewam dike. Dû lîstokvanên Îranê  Hengameh Ghaziani û Katayoun Riahi bi hinceta ku beşdarî xwepêşandanên ‘Jin Jiyan Azadî’ bûne hatin girtin.

Hengameh Ghaziani di hesaba xwe ya medya dîjîtal de bi gotina “Dibe ku ev parvekirina mi ya dawî be” der barê xwepêşandanên li Îranê de dimen parvekir û piştre got; “Ger tiştek were serê min, ez ê heta nefesa xwe ya dawî li gel gelê Îranê bim, vêya bizanin.”

Katayoun Riahi di destpêka serhildanan de ji ber li dijî hîcaba bi zorê bisekine wêneyê xwe yê bê hîcab parvekiribû.

Hat zanîn ku her dû hunermend hatine girtin, lê belê der barê cihê ku wan birine tu zanyarî nehat zanîn.

3 sal cezayê girtigehê li Narges Hosseini birin

Narges Hosseini li Îranê ji ber kampanyayên ku li dijî ferzkirina hîcabê dabû destpêkirin tê nasîn, beriya niha doza wê ya ku li dadgehê berdewam dikir 3 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hate birin. Narges Hosseini ku ji ‘Endamtiya Rêxistinê’ tê darizandin, hat diyarkirin ku ji dozên ‘Aramiya welat xira dike’ ‘Girse rakiriye serhildanê’ tê darizandin.

Narges Hosseini di çalakiyên li dijî hîcaba bi zorê li cadeya Inqilap ya paytext Tahranê sekinîbû û hîcaba xwe ji serê xwe kiribû û bûbû ji wan dû jinên ku bûne sembol. Ew hîcaba ku ji serê xwe kirî bi dar ve girêdabû, weke alekê hêjand û ew dimen li hemû cihê cîhanê piştgirî dîtibû.