Sager Muradî bû yekem jina Îranî ku di Lîstikên Asyayê de madalyaya zêr girt

Sager Muradî, di kategoriya jinan a di bin 67 kg de li hemberê Ozoda ya ji Ozbekistanê biser ket û bû yekem jina Îranî ku di dîroka Lîstikên Asyayê de madalyaya zêr bi dest xist.

Navenda Nûçeyan- Îro di fînala tekwando ya Lîstikên Asyayê de, Sager Muradî di kategoriya jinan a di bin 67 kg de li hember Ozoda Saberjonova ya ji Ozbekistanê derket. Sager Muradî reqîba xwe têk bir û bû yekem jina Îranî ku di dîroka Lîstikên Asyayê de madalyaya zêr bi dest xist.

Hemû reqîbên xwe têk bir û madalyaya zêr bi dest xist

Sager Muradî, di tura ewil de nelîst û di tura duyem de Tamîrîs a ji Kirgizistanê têk bir û derbasî nîvfînalê bû. Sager Muradî, di nîvfînalê de jî Wang Wei-Chia ya ji Taywanê têk bir û derbasî fînalê bû. Sager Muradî ya di fînalê de Ozoda Saberjonova ya ji Ozbekistanê têk bir, madalyaya zêrîn bi dest xist.