Roza Otunbayeva wek balyoza Afganistanê hat tayînkirin

Neteweyên Yekbûyî ragihand ku Seroka berê ya Kirgîzistanê Roza Otunbayeva wek balyoza nû ya Afganistanê tayîn kiriye.

Roza Otunbayeva wek balyoza Afganistanê hat tayînkirin

Navenda Nûçeyan – Neteweyên Yekbûyî (NY) Seroka berê ya Kirgîzistanê Roza Otunbayeva wek balyoza xwe ya nû ya taybet tayîn kir û ragihand ku dê derbasî şûna Deborah Lyons Kanadî ku nîvê Hezîranê îstifa kir, bibe.

Tê payîn Roza Otunbayeva ku niha endama Encumena Bilind a Navbeynkariyê û Pêşîlêgirtina Pevçûn a Neteweyên Yekbûyî ye, mîsyona Neteweyên Yekbûyî ya Afganistanê rêve bibe. Roza Otunbayeva ku wek Wezîra Karên Derve ya Kirgîzistanê jî erk dike, endamek parlamentoya Kirgizîstanê ye û di heman demê de Cîgira Nûnera Taybet a berê ya Neteweyên Yekbûyî ya li Gurcistanê bû.

Di daxuyaniya Neteweyên Yekbûyî de wiha hat gotin:

“Rosa Otunbayeva zêdetirî 35 salan di warê lîdertî, dîplomasî, tevlîbûna sivîl û hevkariya navneteweyî de xwedî tercûmeya pîşeyî ye. Seroka Komara Kirgizîstanê (2010-2011), sê caran wezîra karên derve û herî dawî jî di sala 2005’an de wek cîgira wezîr erk kir. Di sala 2007-2010’an de li Mîsyona Çavdêriya Neteweyên Yekbûyî li Gurcistanê (UNOMIG), wek Cîgira Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî erk kir. Hêj endama Encumena Bilind a Navbeynkariyê û Pêşîlêgirtina Pevçûn a Neteweyên Yekbûyî ye û Seroka Weqfa Însiyatîfa Roza Otunbayeva ya li Kirgizîstanê ye. Rosa Otunbayeva di heman demê de li Zanîngeha Dewletê ya Moskowê doktoraya Felsefeyê û ji Fakûlteya Felsefeyê ya li Zanîngeha Dewletê ya Moskowê mevzûn bûye. Di astek baş te Qirgizkî, Rusî û Engilizî dizane.”